Siyasetmedar û yek ji rêveberên şoreşa Frensî (Maximilien Robespierre) dibêje: (nermbûn a li hemberî xayinan, wê me hemiya tune bike). Ev gotin ji bo kurdan mînakek herî zindî ye. PKK 43 sal e kurdan komkuj dike, lê heya niha jî hinek kes ji bo wan çepên Tirk û kemalîzmên Kurd li çepikan dixin. Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê komek mirov di bin navê rojnamevan û şirovekarîya siyasî, dixwazin PKKê pak û bê guneh bidin nîşandan. Lê kî dikare ji bîr bike ku PKK di şerê xendekan 10 hezar mirovê bê guneh da kuştin. Li Avaşîn, Metîna, Gare û Xakurkê Pêşmergên Kurdistanê şehîd kirin. Li Şengalê jî di bin navê Heşda Şebbî dijminatiya milletê kurd dikin. Gelo wê kujer û îxanetçî bên paqij kirin? Ew kesên ku destê wan bi xwîna kurdan sor bûbe, heta bimire jî her xayin in. Kesên ku bikaribe zarokên 3-4 salî bikujin, dikarin reklama azadî û mafê mirovan bikin? Bi rastî ev ne henekçitî ye?
-Kemalîzma Kurd
Di tevahiya dîroka Kurdan de ez bawer nakim ku tu hêz bi qasî PKKê evîndarê dijminên xwe be. Ji ber ku bingeha PKKê li ser tune kirina kurdan û xizmet kirina çepê tirk û kemalîzmê hatiye avakirin. Ji ber wê her tim bi zimanê şîrîn li hemberî dewleta Tirk û rêbaza Atatürk dipeyivîn. Her sal di salvegera wefata Mistefa Kemal de parlamenterên Kurd ên HDPê ji her tirkekî bêhtir xemgîn û çav bi hêsir in. Ma ne Selahettin Demirtaş û Ayhan Bilgen bi Atatürk serbilind in û wî bi rûmet bi bîr tînin. Lê wan jî ev felsefe û teorî ji Ocalan wergirtine. Apo di nivîsên xwe de her tim Atatürk weke merxasekî bi rûmet bi nav kiriye. Di vê navberê de Şêx Seîd û Seîd Riza jî weke sîxûrê Îngilîzan û Mele Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed weke paşverû û oldar binav kiriye. Partiyeke ku rêberê wê wisa bifikire, divê endamê wê bi çi kerbekî li hemberî kurdan xwînxwar bin. Hez kirina Apo ji bo Atatürk ewqas kûr e, wisa difikire ku ew ê li Tirkiye heye, ev Azadî û Demkorasî berhema têkoşîna wî ye. Ev di demekî de ye ku salan e bi hezaran kurd bi destê şagirtên Atatürkt dên binçav kirin û di zîndanan de zûlm li wan tê kirin.
–PKK û MİT
Têkiliya navbera PKKê û Saziya Sîxûriya MİTê, Têkiliyeke dîrokî ye. Ocalan di destpêka Koma (Şoreşgerên Kurdistanê) de ku piştre bû PKKê, têkiliyek xurt di navbera wî û Doğu Perinçek hebû. Heta sala 1977an Perinçek di rojnameya xwe de bi kûrî propaganda ji bo PKKê û şexsê Apo dikir. Doğu Perinçek yek ji rayedarên Ergenekonê ye û bandora wî ya mezin hebû di belav kirina fikira kemalîzmê di nav Ocalan û hevalên wî de. Di sala 1987an de diçe Bekkayê û ji bo demekê jî li kampên PKKê dimine. Bi Apo re çend hevdîtinên rojnamevanî pêk tine û bandoreke kûr li ser endamên PKKê dihêle. Bêguman Perinçek ne yekem kes e ku kemalîzmê di hişê endamên PKKê de bi cih kiriye. Lê belê Yalçin Küçük jî ku teorîsyenê MİTê û mamosteyê Ocalan bû, rolek mezin lîst da ku PKK dijminatiya kurdan bike, taybetî jî li Başûrê Kurdistanê. Küçük yekem kes bû ku ji Celal Talabanî re got (Fahişe Politik) yanî (Qehpikê Siyasî)! Piştre di hevpeyvîneke televîzyonî ya Med Tv de wiha got: (Armanca me dijberiya Barzanî û Talabanî ye. Ev ne tenê fikra min e. Lê birayê min Abdullah jî xwedî heman fikrê ye).
–PKK û Kuştina Kurdan
Dema qala şerê kurdkujî tê kirin, rasterast xelk destê xwe direjî PKKê dikin. Ev ne eceb e. Ji ber ku li her çar perçeyê Kurdistanê çiya, bajarek, newalek, kuçeyek tune ku PKK xwîna kurdan tê de nerijandibe. Gundek tune ye ku PKK fîşek bernedabe xelkê wan, partiyek tune ye ku PKK Pêşmergê wan şehîd nekiribe. Tevahiya dîroka PKKê kurdkujî û îxanet û xulamiya dagirkeran e. Hê dûmana gundê fîsê bilind dibû ku PKK bi fermana Mazlum Dogan û bi rêya 2 çekdarên xwe bi navê (Emin Dal û Ali Yaver Kaya) li Sêwregê sala 1978 serokê rêxistina Dengê Kawa (Ferîd Uzun) xerqê xwînê kir. Çekdarên PKKê heya li qereqolekê leşkerê Tirkan nexistibûn ku li Mêrdinê êrişî Pêşmergeyên (PDK-KUK) kirin û çend kesek ji wan şehid kirin. Tenê bi wê rihet nebûn, belkî êrişî (DDKD) û (PSK) ji kirin.
Başûrê Kurdistanê di wextên pir dijwar de alikariya PKKê kir. Ew ê heya wî ji dîrokê hebe dizane di sala 1983an de yekem koma çekdarên PKKê bi fermandariya (Mehmet Karasungur) ku hatin Başûrê Kurdistanê, li baregehên PDKê man û cih ji bo wan hat çêkirin. Lê dema Hikûmeta Başûrê Kurdistanê çêbû, heya dijminên kurdan dengê xwe nekiribûn ku PKK banga şer kir li dijî hikûmeta Kurdistanê. Duran Kalkan digot: Divê em nefesê wan qut bikin. Ocalan ji digot: Barzanî û Talabanî koleya Emperalîzmê ne.
–PKK û xapandina Medyayî
PKK yek ji wan partiyane ku ji aliyê xapandina medyayî ve pir rind e. Bi zanatî kadroyên xwe di vê mîjarê de perwerde dike. Îro li tevahiya dinyayê medya rolek giring dilîze, lê ev mîjar li cem PKKê vala bûna exlaqê ye. Rojnamevanên PKKê ew ê ku li Ewropa dijin, roj heta êvarê derew û sextekarî û nûçeyên dijminatî li hemberî kurdan diweşînin. Kîjan mirovê bê dê û bav, bê moral, bê nasname ku bixwaze dikare di nava medyaya PKKê bixebite. Heta ew ên ku li Başûrê Kurdistanê jî kar ji bo PKKê dikin û di rojname û malperên PKKê de tiştan dinîvîsin, hemî malbata wan kevne cehş û ba’asî bûne. PKK bi awayekî wisa di medyayên xwe de dijminatiya Başûrê Kurdistanê dike, ku dagirkerên Kurdistanê ewqas ne rind in di vê meselê de. Ji ber ku her çar dewletên dagirker erkê xwe spartine PKKê, PKK ji bi zanatî û bi dilsozî karê wan dike. Aliyek eceb di medyayê PKKê de heye, dema li Bakûrê Kurdistanê kesek tê kuştin, piştî 10 deqeyan yekser rojnamevan û medya û medyakarên PKKê sûretê kujer belav dikin li ser internêtê! Ev zanyarî çawa û li kuderê digihije destê wan?! Bersiva vê pirsê ji bo xelkê Kurdistanê dihêlim.
–PKK û Tesfiye
Di dîroka PKKê de tesfiye kirin yek ji wan tiştan e ku ev rêxistin pê tê nas kirin. Ocalan û koma Enqerayê her kesê ku weke gefekê li ser helwesta xwe ya deshilatdariyê dîtibin, yekser bi alîkariya MÎTa Tirkî û îstîxbarata Sûriyê wî kesî tesfiye kirine. Ocalan her tim ditirsiya ku kesek di nava gel de bê hezkirin û piştgirîya wî/wê bê kirin. Ji ber ku wî xwe weke Pêxember didît, lewma tu kesî qebûl nedikir. Hîtler ê lîderê faşîstê Nazîyan digot: (Yek Xweda heye, Divê Yek Lîder jî Hebe). Xuya ye ku Ocalan ji ketiye dû şopa Hîtler û lewma tenê xwe weke pêxember dibine û îlan dike. Hemû lîderên ku dibûn tirs li ser pêgehê Apo, kesên civakî û siyasî û eskerî bûn, ji aliyê Ocalan, PKK, MİT û Saziya Îstîxbarata Sûrîye dihatin tesfiye kirin. Mînakê zindî ji (Mehmet Şener, Çetîn Gungur, Dilaver Yildirim, Enver Ata, Resûl Altinok, Suphî Karakûş, Dr. Nasir) bûn.
Çend roj berê hatibû ragihandin ku (Ali Haydar Kaytan) bi kod navê (Fuat) yek ji damezrîner û rêveberên PKKê di operasyoneke MİTê de hatiye kuştin. Lê di rastiyê de nêzî du sal berê li herêma Xakurkê Kaytan ji aliyê PKKê ve hate tesfiye kirin. PKK dixwaze bi van senaryoyan di nav ava bulawê de masiyan bigire!
–PKK û maddeya hişber(Narkotîk)
Li gorî rapora salane ya daîreya narkotîkê ya Yekîtiya Ewropayê PKKê di sala 2019an de bazirganîya 47 hezar kîlo kokainê kiriye. Narkotîka ku li Afganîstan û Îranê tên hilberandin jî bi rêya mafyayên PKKê derbasî Ewropayê tên kirin û li bazarên cîhanê tên firotin. Li Başûrê Kurdistanê jî PKK li ser sînor bazirganî û veguhastina narkotîkê dike. Di vê rewşê de kesê yekemîn (Cemîl Bayik) e û piraniya kar di bin emrê wî de tê kirin. Berê li Başûrê Kurdistanê beşek ji YNKê piştgiriya PKKê dikir di vê karî de. lê piştî bûyerên 8ê Tîrmehê ev rewş hat guhertin. Zêdebûna narkotîkê li Başûrê Kurdistanê, yek ji sedemên wê PKK ye. Ku li sînoran rê xweş dike da ku bi hêsanî narkotîk derbas bibe û xelkê Kurdistanê malxerab bibin. Ev doz li Ewropayê xaleke xerab e ji bo Kurdan. PKK dixwaze mîna dozên din ên kuştin û revandinê, bi vê meseleyê navê Kurdan li cîhanê tarîtir bike. Her tiştê ku zerarê bide Kurdan, PKK direk vî karî dike.
–PKK û kerb ji Kurdan
PKK yekem rêxistine ku li dinyayê ji milletê xwe hez nake. Dijminatiya ku PKKê li Kurdan kiriye, her tim xwîn û kuştin bi xwe re aniye. PKK, ji ber ku di eslê xwe de ne partiyeke Kurdi ye û ji aliyê MİTê Tirkî ve hatiye afirandin, tenê armanca wê ew e ku pêşî li belavbûn û berfirehbûna sînor û erdnîgariya Kurdistanê bigire. Li her bihusta axa ku bêhna Kurdî jê tê, PKK du al û wêneyê Şêx Ebdo radike û Tirkiye dawetî wê dike. PKK her tim hincet dide dijminên Kurd an û rê li ber wan vedike da ku nav û hebûna Kurd an ji holê rakin. Li Rojavayê Kurdistanê li Efrînê bi wêneyê Ocalan gef li Tirkiyê xwarin, lê dema ku Tirkiyê Efrîn dagir kir, çekdar û serkirdeyên PKKê hemî reviyan. Li Başûrê Kurdistanê ne amade bûn ku çiyayê Kêste ji bo pêşmergeyan bihêlin, lê bêyî ku guleyekê biteqînin teslîmî dewleta dagirker a Tirk kirin. Kî ji bir dike dema şerê xendekan Duran Kalkan û rêvebirên PKKê gotin: Em ê xelkê tenê nahêlin û em ê bi wan re bin. Belê dema ku Turkiye bajar wêran kirin û 10 hezar kesên bê guneh kuştin, rayedarên PKK hemû reviyan û demekê direj tu deng ji wan derneket. PKK her tim neteweya Kurd ji bo parastina xwe weke mertal bi kar aniye. PKK tu carî ji bo Kurdan şer nekiriye, lê tenê şerê Kurd an kiriye. Ji ber ku PKK dijminê herî mezin û gengaz ê neteweya Kurd e.
Dilovan Ali