Bombeyeke çandî ya PKKê li ser rêya giştî ya nêzî gundê Astbilanê ji hêla şêniyên herêmê ve hat dîtin û piştre hêzên ewlehiya herêma Kurdistanê bombe pûç kirin.
Duh roja yekşemî 28/11/2021an, bombeyeke çandî ya PKKê nêzî gundê Astbilanê ji hêla şêniyên herêmê ve hat dîtin, piştî ku van şêniyan hêzên ewlehiyê ji hebûna vê bombeyê haydar kirîn, bombe hat pûç kirin.
Ev bombeya 16 kîloyî ku çekdarên PKKê li wir çandîye li ser cadeya giştî ya ku ji Şeraniş ber bi Deşte Texê diçe hatibû çandin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî ragihand, hejmark din a bombeyên çandî di nava rez û baxên şêniyên gundê Astibilanê hatine dîtin û ev yek jî bûye sedem ku şênî ji tirsa parastina rihê xwe nekarin biçin nava rez û bîstanên xwe de û wan sexbêr bikin.
Çavkaniyên me her weha eşkere kir hejmarek ji çekdarên PKKê li vê herêmê hene û bi sedema wan şêniyên gundên herêmê rastî zehmetiyê tên, her weha xweya kir ku çekdarên PKKê bûne sedem ku gundên wan ji hêla leşkerê Tirkiyê ve bên bombebaran kirin.