Serokwezîrê Iraqê serdana sînorê Iraq û Rojavayê Kurdistanê dike

Serokwezîrê Iraqê

Piştî bûyer û aloziyên li Hesekê û yaxîbûna çekdarên DAIŞê yên li zindana vî bajarî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana sînorê Iraqê yên li gel Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê, Mistefa Kazimî îro bi serdaneke neçaverêkirî gihîşt parêzgeha Mûsilê û dê ji bo şopandina rewşa ewlehiyê li navçeyê û nirxandina amadehiya hêzên Iraqî, serdana navçeyên sînorî yên Iraqê û Sûriyê bike.

Biryar e Mistefa Kazimî li gel berpirsên artêşa Iraqê ku çavdêriya sînorê Iraqê yê li gel Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dikin, bicive.

Ji 20 vê mehê ve, DAIŞê êrîş kirîye ser zîndana Gwêran ya li Hesekê ku meznitrîn zîndana terorîstên DAIŞê ye û hewla revandina van terorîstan tê kirin, nêzî 3 hezar terorîstên bi regez Îraqî di vê zîndanê da ne û xeterîya derbasbûna terorîstên revî ji bo Îraqê bi taybet xeta temasê ya nêvbera Başûrê Kurdistanê û Îraqê heye.