p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Holanda hevkariya xwe bo Pêşmerge didomîne

Wezareta Pêşmerge ragihand; Şêwirmendê Bilind ê Wezaretê û Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Holandayê li ser hevkariyên Holandayê bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê civiyan.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat ragihandin; îro 22yê Sibata 2022yan, Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer ligel Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Holandayê civiya.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir; di civînê de behsa pêşveçûna bernameya çaksaziyê hat kirin, bi taybetî proseya aktîvkirina rêveberiya xwebexşan, ku Şêwirmendê Bilind ê Holandayê serperiştiya vê bernameyê dike.
Piştre Şêwirmendê Bilind ê Holandayê kurteyek derbarê serdana xwe ya bo mîhwera hêzên Pêşmerge pêşkêş kir û soz da ku hêzên Holandayê di hevkarîkirina Pêşmerge de dê berdewam bibe.





