Dewleta têrorîst a Îranê du roj berê 12 mûşekên balîstîk avêtin Hewlêra paytexet. Ev bûyera terorîstî pêvajoyek e ku divê kurd ji nêz ve bişopînin û hemû hûrgiliyan bi hişyarî hesap bikin. Îran dibêje; “Di êrîşa Hewlêrê de me endamên «Mosad»ê kirin armanc” lê vê êrişê ti eleqeya xwe bi vê bangeşeya sexte re nîne. Ji ber ku Îranê îdîa kir ku wan 9 êndamên «Mosad»ê kuştine û navên 9 kesan ku dibêje me kuştin e jî bi senaryoyek hêsan belavkir. Hinceta Îranê hêsan e, lê armanca wê pirr xeternak e.
Bi qasî bandora stratejîk a êrîşa Rûsyayê ya li ser «Ukraynayê» ji bo armanceke stratejîk hat çêkirin. Di navbera her du bûyeran de jî têkiliyek heye. Êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê careke din aşkere dike ku li Rojhilata Navîn beşek hêz hene ku di statuya dagirkerîya li ser Kurdistanê de israr dike.
Ji ber vê yekê jî helwesta li hemberî vê êrişa Îranê bi rastî jî helwesta li hemberî statuya kolonyal a Kurdistanê ye. Ger hûn bi rastî dixwazin fêm bikin ku di nav kurdan de Kurdistanî kî ne, em dikarin bi dîtina helwesta wan a li hember 12 mûşekên ku li Hewlêrê ketine, fêm bikin.
Helwesta PKK ê ya Minafîqî
Wek mînak em dikarin PKK û pêkhateyên girêdayî wê di vî warî de binirxînin. Tevî ku ev du rojin di ser bûyerê re derbas bûye jî, ne PKK û ne jî rêxistinên girêdayî wê ti daxuyanî derbarê vê bûyera dijminkar de nedane. Bi îhtîmaleke mezin li benda talimata PKK ê ne. Ji ber ku hemû pêkhateyên PKK ê tifaqa stratejîk a Îranê re dizanin. Ji ber vê yekê newêrin Îranê mehkûm bikin. Heke ji niha û pêve vê bûyerê şermezar jî bikin êdî çi wateya xwe nîne. Lê vê bûyerê hin rastiyan nîşanî me dide.
Wek mînak li Bakurê Kurdistanê PKK ê du partiyên siyasî hene: HDP û DBP
HDP partiyeke siyasî ye ku her kes nas dike. Li aliyê din BDP jî partiyeke ku herî zêde kadroyên PKK ê tê de bi cîh bûne. BDP ê rojên borî kongreya xwe pêk anî û serokên xwe yên nû hilbijart. Û her du serokan jî behsa pêwîstiya kurdan bi yekîtiyê netewî û banga lidarxistina kongreya netewî ji bo kurdan kir. Li cihekî ku êrîş li ser Herêma Kurdistanê tê kirin, divê Kurd statûya Herêma Kurdistanê weke bînahîya çavên xwe wê biparêzin lê mixabin ti helwestekê nîşan nadin. Bi heman awayî tenê çend parlementerên HDP ê bûyer şermezar kirin. Navenda Giştî ya HDP ê bûyera ku beriya 25 salan li Tirkiyeyê rûday û sivîlan jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û li ku derê cîhanê teqînek çêbibe, HDP pêşîya hemûkan deng derdixe û şermezar dike. Lê dijmin êrîşî kurdan dike, ew dengê xwe dernaxin. Werin em wek kurd şermezarkirina wan bidin aliyekê, wek însan mûşekan diavêjin kesên medenî, dikarin wê yekê şermezar bikin, lê ew helwest jî tune. Ofîsa HDP ê ya Hewlêrê jî ev bûyer mehkûm nekir.
Paşê dê çi bibe, hinek parlamenterên HDP ê yên wek «Huseyîn Kaçmaz» dê serdana Hewlêrê bikin û bibêjin ku divê yekîtiya netewî çêbibe, lê dema êrîş li kurdan tê kirin ew cesaret nakin ku twit jî bavêjin.
Navê vê rewşê çi ye? em dikarin jê re bibêjîn munafiqî. Tiştê ku pê bawer nake weke ku pêbawer dike xweya dikin. PKK û civata xwe munafiqên di nava Kurdan de ne.
HÛDAPAR ê bi şermokî bûyer şermezarkir
Helbet aliyê din ê vê kurdayetiya munafiq ya li Bakur Kurdistanê jî HÛDAPAR e. HÛDAPAR li hemberî mûşekên ku Îranê avêtîn Kurdistanê bêdeng ma. Dema ku me ev nivîs amade dikir daxuyaniya HÛDAPAR ê jî nû kete ser malperên ragihandinê. Bi rastî daxuyaniya HÛDAPAR ê de helwestekî ku Îranê şermezar dike nebû. Hûdapar dibêje “em dijî wêne ku Kurdistan bibe gorepana şer lê ew nabêje em êriş dijminahîya Kurdan e”
Çima? Ji ber ku Hûdapar jî mîna PKK ê gotin û peyvên xwe li ser Îranê bi pîvan dibêje. Ji salên 1990î û vir ve du tevgerên siyasî yên ku dijminên hev xuya dikin, ku xûndarên hev dixûyên, di mijareke stratejîk de gelekî hevpar in, helbet ev mijareke ku divê li ser pirr bê fikirîn. Sedemên wê yên ontolojîk hene
Rewşa Rojava
Yek jî rewşa rojava heye. Hin kes di nav rêveberiya Rojava hêvîyan dikin ku “Hewlêr wêran bibe û wekî gundekê Qamişlo lê were”. Ji ber vê sedemê ew bi mûşekên ku avêtîn Hewlêrê gelek kêfxweş bi bûn. Lê belê mûşekên ku avêtine Hewlêrê tê wateya ku avêtin pêşeroja hemû Kurdan. Ger Hewlêr rehet nebe, di metirsiyê de be, wê Qamişlo nerehet be. Ew fikra ku bi binketina parçek Kurdistanê weke serkeftina xwe dibine bêheşbûn e. Lê mixabin Rojava xwedî vê rastîyê ye, loma jî hemberî êrîşa Hewlêrê bêdeng man. Qedera hemû Kurdan bi hevre girêdaye.
Di encamê de em dikarin bibêjin ku êrîşa li ser Hewlêrê ji ber pevçûnên herêmî pêk hat. Refên dost û dijmina zelal kir. Xemxûrên Kurdistanê û yên di hembêza dagirkeran de dijîn ji hev cûda kir.