Bi şev êrîş avahiya HDPê kirin û bi roj rayedarên wê haydar bûn!

Bi şev êrîş avahiya HDPê kirin û bi roj rayedarên wê haydar bûn!

Hat ragihandin ku şeva borî avahiya rêxistina HDPê ya li navçeya Erdemlî ya bajarê Mersînê rastî êrîşeke bi çekan hatiye.

Li gorî zanyariyan kesên ku nasnameya wan nehatiye zanîn, çek bi lewheya avahiya HDPê ya Erdemlîyê de teqandine ku rêveberên HDPê îro danê sibehê dema çûne avahiyê bi bûyerê haydar bûne û cenderme agahdar kirine.

Piştî êrîşa ser avahiya HDPê daxuyaniyek ji aliyê rêveberên HDPê ve li ber deriyê avahiyê hat dayîn û êrîş hat şermezarkirin.

Rêveberên HDPê bi wê êrîşê endamên Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP) tohmetbar kirin û gotin, beriya niha sala 2016an jî êrîş kirine û ew ji wan êrîşan natirsin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di serî de li Stenbolê beriya niha gelek caran êrîş bi ser avahiyên HDPê de hatine kirin ku ew kesên êrîşkar xwe wekî neteweperestên Tirk didin naskirin.

Pustên heman beş