Çeteyên Tirkiyê Girê Hibişko yê şûnwarî li Efrînê têk dan

Girê Hibişko

Li navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê Girê Hibişko li ser Çemê Reş ku girekî şûnwarî û dîrokî ye têk dan.

Duh Sêşemê grûpên çekdar li navçeya Raco ya Efrîna 24 hezar û 500 metrên duca ji Girê Hibişko li ser Çemê Reş têk dane. Ew gir cihekî şûnwarî ye.

Li gor çavkaniyên xwecihî, çekdaran ew kar bi mebeta bidestxistina kelûpelên dîrokî kiriye, bi vî awayî ew girê ku şûnwareke dîrokî ye, têk dane.

Di 3ê Nîsanê de jî, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi armanca talankirina şûnwaran 4 hektar ji girê şûnwarî yê Ziravka li gundê Omo yê ser bi Mabata ya Efrînê ve têk dabûn.

Pustên heman beş