PAK û PSKê bi daxuyaniyên nivîskî cejna Çarşema Sor pîroz kirin

PAK û PSKê bi daxuyaniyên nivîskî cejna Çarşema Sor pîroz kirin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)ê bi daxuyaniyên cuda yên nivîskî cejna Çarşema Sor li kurdên êzdî pîroz kirin.

Daxuyaniyên PAK û PSKê waha ye:

PAK: Em Cejna Çarşema Sor a xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî Pîroz dikin

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a Kurdên  Êzidî ye.

Kurdên Êzidî jê bawer dikin ku li gorî salnameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jîyan  destpêbûye. Ji ber vê jî vê rojê wek Cejna Çarşema Sor , wek  Cejna Sersalê  pîroz dikin.

Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên  Êzidî xwedîyê  taybetmendiyeke  dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Di dîroka xwe de  xuşk û birayên me yên Kurdên Êzîdî ji ber  nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek qetlîam û êrîş û karesatan bûne, lê wan tu carî  dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedane.

Di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzîdî da em bangî hemû Kurdênû Kurdistanîyên li  cîhanê  dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento, Serokatî , Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê  ji bo birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bêne alandin dê biryarên teybet bigirin. Herweha dê di bin desthilatî û serwerîya Rêvberîya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û  mafên olî, kultirî û xwe îdare kirina herêmî ya Kurdên Êzidî biparêzin, pêşde bibin û bixin bin garantîyê.

Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, Cejna Sersalê  ya  xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.

20.04.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Pustên heman beş