Mijarên veşartî yên “Efsaneya Zapê”ya PKKê

Mijarên veşartî yên "Efsaneya Zapê"ya PKKê

Operasyona Pençe kilîl ya ku dewletaTirk di 18 ê Nîsanê de dabû destpêkirin, wê di vê havînê de ji aliyê Kurdan ve bi awayekî berfireh were nîqaşkirin. Ji “Operasyona biryarbûnê” ya ku di sala 2018an de dest pêkirî pêre ev 5 sal in ku em ji biharê heta payizê heman hevokên rûtîn di bihîzin. DewletaTirk dibêje “me teror îmha kir, em biserketîn”. Li aliyê din PKK gotina “Şehîdên me yên leheng di şopa Rêber Apo de berxwedaneke mezin nîşan dan” dubare dike. Wê îsaljî di tevahiya 2022 rewş wiha be. Lê vê carê şer dê xetên nazik ên Rojhilata Navîn bihejîne û bi îhtîmaleke mezin dê rêveçûna şer û bandora wêya siyasî ji her sal zêdetir bibe.

Dema mirov li daxuyaniyên rêveberên PKKê û helbet medyaya wan dinêre, bi zelalî tê dîtin ku êrîş ne liser  PKKê ye, êrîş li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tevgera Barzanî ye. DewletaTirk weke her care di rola mêtingeriyê de ye. Li aliyê din PKK ji dewletê zêdetir PDK ê dixe rojevê û dezenformasyonê belav dike. Rêvebirên PKK ê perspektîfê didin çapemenîyê û xebatkarên çapemeniyê jî ji bo axivtinên rêveberên xwe materyalan amade dikin. Pirr Zehmet e ku mirov rastiyê di bin hîpnotîze kirinên PKKê de bibîne. Ji bo vê jî pêwîst e ku mirov her dem li serpêhatîyên dîrokê binere û li bîra xwe bîne.

Operasyona Pençe kilîl ya dewleta Tirk jî hin beşên dîroka PKKê tine bîra me û di rastî de êdî PKK ê windakiriye, nikare gavekê pêşda bavêje.

Operasyona Pençe kilîl bi plana dewleta Tirk a dagirkirina çiyayên li peravên geliyê Zapê pêk hat û di nava 3 saetan de bilindahiyên herî stratejîkên geliyê Zapê girtin. Ango dewleta Tirk di ware eskerî de hê nuke êdî gihiştiye armanca xwe. Tenê maye ew deverên navîn paqij bike. Li gel vê rewşa heyî jî çapemeniya PKKê her tim behsa berxwedan û serkeftina xwe dike. Ger berxwedana hebe, wê demê leşkerên Tirk çawa di nava 3 saetan de ew çiyayên va 40 sal in di destê te de hemû girtin? Çawa ji Navsera Sînya heta KureJarî li deverek mezin leşker lê hatin danîn. Kêrîyê Hore, sere gundê Şaca, sêkûça Mazî tev çawa hatin girtin? Ger ku ev dever ketibin destê artêşa tirk de wê demê hûn behsa çi berxwedana dikin?

Berxwedan çi ye? Berxwedana serkeftin e. Berxwedan çi ye? Berxweda gihiştina armancê ye. Berxwedan çi ye? Berxwedan ne ew e ku hûn çar-pênc zarokên Kurdan bikin tûnêl û çeperan de û wan bi mirinê re rûbirû bihêlin. Ew şêwazê berxwedanê ye ku bi berdewamî Kurdan di de winda kirin. Berxwedan bûye cihê tunekirina ciwanên Kurd. Dema ew ciwan di wan tunelên mirinê de jîyana xwe ji dest didin, payre jî li ser wan video-klîban çêdikin û wan weke amûrekî propaganda bikar tîne. PKK ji mirinê sûd werdigre û kefeni ji mirî didize. PKK bi nûçeyên sextet yên nûçegihanên xwe hewl dide şerê ku li Heftanîn, Şekîf û Zapê winda kirî bi serkeftî bide nîşandan. Ji ber vê yekê ev medya ewqas bê hiş e û bê exlaqe. Lê belê PKKê winda kir. Dema mirov li pêvajoyên Zapê yên PKK ê dinêre, ka PKK ê çawa winda kiriye, gelekî baştir tê fêmkirin.

Windakirina Geliyê Zapê ji bo PKK ê ne bûyerek asayî bû. PKK ji sala 1982 an ve li Geliyê Zapê ye. PKK ê cara yekem di sala 1984 an de li Kampa Zêvê derketiye ser çiyayên Kurdistanê. Bikaranîna çeka yekem, heya çawa li çiya tê meşîn, çawa di bin baranê de çek tê parastin, Şarjor çawa tên dagirtin, çawa raxt tê girêdan, agirê bê dû çawa tê vêxistin û hwd PKK ê ev A,B,C şerê partîzanî ji Pêşmergeyên PDK ê fêrbû, ku niha dijminatiya PDK ê dikin. Li geliyê Zapê liqa yek heman mitbexê vexwarin û nan dixwar. Lê PKK rêxistineke bêbext û nankor e.

Zap cihê ku PKKê cara yekemîn biryara çalakiya 15 ê Tebaxê lê girtî ye. Berê biryara pêngavê li Lolanê hatibû girtin. Lê belê biryara plansazî û pêkanînê ya pratîkî li mêrga di navbera gundê Bêrûman û gundê Sînya (Şikefta Brindara) li bin dara tûyê hat girtin. Lê belê şeva 18 ê Nîsanê artêşa Tirk di nava du saetan de ew dever girt. Ango PKK piştî 38 salan nikarîbû wê dare tûyê ya ku li bin sîbera wê ku biryara pêngava 15 tebaxê girtî, biparêze. Gelo Ma ev ne têkçûna PKK ê ye?

PKK e 40 sal li wî geliyê Zapê jiya, ji ber ku hinek xurtbû, pêşî êrîşî partiyên Kurdan yên din kir. Sala 1982 yê li kampa PDK ê ya Zêwe fêrî şerê partîzanî û jîyana çîya bû. Pîştî 10 sala 1992 li heman deverê şerê PDK kir û ew pêşmergeyên ku PKK perwerde kirî şehîd xistin. Sala 1992 vir ve çi xebatekî PDK ê û Pêşmergeyên Kurdistanê li devera gelîyê Zapê çênebû ye PKK ê nedihişt çi Gundewarên deverê biçin ser gund û warên xwe. Lê PKK ê geliyê Zapê ku 38 salan desteser kiribû, nekarî 38 saetan li hember artêşaTirk biparêze. Ya ku em jê re dibêjin PKK têkçû ye ev e.

Lê PKKê hewl dida ku li Zapê Komarê ava bike. Di sala 1996 an de li Zapê Komar hate îlan kirin. Li geliyê Zapê şikefteke mezin hat avakirin û meclîsa neteweyî ya liAwropa xwestin liv ir cîbikin. Televîzyona PKKê wê demê her roj li geliyê Zapê reklama komara xwe dikir. Ne tenê reklama Komarê di hat kirin, raklama Tirşûyê hevala Hacer jî dihate kirin. Kesên ji rêveberiya KNK ê ji Ewropayê dihatin geliyê Zapê diaxivîn û dirûşme qîr dikirin. Ji bo operasyonekê bingehek mezin ji dewletaTirk re hat ava kirin. Bi vî awayî rêya operasyona ku dewlet jê re dibêje operasyona Çakûç û herekata 14 Gulanê ya dijî biryargeha navendî ya PKK ê li ser Zapê dest pê kir.

Di14 Gulana 1997an de dewletaTirk ket Zapê. Zap ya ku diviya Komarê tê de ava biken, di şevekê de hat valakirin. Komara PKK ket destê leşkerên tirk. Ew Şikefta ji bo Komarê hatî çêkirin, tirşûyê Hacerê û lojîstîka Zapê hemû ketine destê dewleta Tirk. Leşkerên Tirk bihîstibûn ku Hacer tirşû çêdike. Li ser dîwarên şikeftê “Em hatin, me tirşû dîtin, lê me Hacer nedît” nivîsandibû. Operasyon 30 rojan vekişiya. Lê Komarê li geliyê Zapê li wir herifî û careke din behsa wê qed nehat kirin. Ji ber ku komar tenê ji bo propagandaya gel bû. Û PKKê wê demê bingehê êrîşên nihayên artêşa Tirk ava dikir.

Di operasyuna Çekûç a artêşaTirkîyê de tenê Hacer ê manewra ne kiribû. Kesekî din ji Zapê revîya bû. Ew jîfermandarê biryargeha navendî û serokkomarê Zap ê Cemîl Bayık bû. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HêzênÇekdarên PKK ê ARGK ê Cemîl Bayik, dema bihîst  leşker ji qereqola SerêSêvê ber bi Zapê ve diçin, bi zêrevanên xwe ve ji Zapê revîya. Halbukî CemîlBayik zivistana 1996-1997 lî Zapê pêvajoya “Partîbûnê” despê kiribû. Nzîkê sad kesan bi hinceta şexsîyata wan ne ya şoreşgerane avetên zindana de û van kesan îşkance dîtîn. Ji van nêzîkê 40 kesan bi talimata Cemîl Bayik hatin kuştîn û cenazeyên wan avetin ava Zapê. Ev Cemîl Bayik ê ku zarokê Kurda bi hinceta ku ne şoreşgerin kuşt dema dengê lingê dijmin hêşta ne hatî revîya çû.

Dema ku hêzên din ên PKKê yên li Zapê derketî û ber bi Avaşîn û Gare ve diçûn serokerkanê ARGK ê Cemîl Bayik çîya li pey xwe hiştin û çû deştê. Hate kempa penaberên Bakûr (nuke li Mexmûr in) ya bi navê kempa Nînova pişta Şêxan. Li wir veşartî bin çadirekê de dima. Hêza ku fermandarên wê dadikeve deştê, li çiyayan wêran dibe. Evdila Ocelan bir êka Cîhazê (telsiz) xwest Cemîl vegerîne çîya lê fêde nekir. Herî dawî Evdila Ocelan bi rêka cîhazê got, “Fermandarê biryargeha navendî reviya ye” Cemîl Bayik neçar ma ku vegere Garê gundê Ergenê.

Helbet, xwendevanên hêja, hûn ji van serpêhatîyên me gotin hemûyan pir hindik jê dizanin. Piraniya kesên ciwan vê yeke nizanin. Ji ber ku PKKê hemû delîl tarî kir û dîrokek derew nivîsand. Cemîl Bayik ê ku şervanên xwe hişt û reviya, “banga berxwedaneke lehengî” li gel dike. PKK geliyê bi heybet 20 kîlometrekûr a mîna Zapê ku 38 sal in di destê wan de ye, di rojekê de çol kir, xwe weke berxwedêr nîşan dide. Kes navê Komara Zapê jî nizane. Gelek kes nizanin ku hem komara Zapê û hem jî herêma Parastina Medya ji bo dizîna rola tevgera Barzanî bû. Wê demê jî li Zapê tu berxwedanek ne bû û îro jî nîne. Lê weke her car dîsa şerdikeve ser milên koma awazên çîya û capemenîya PKK ê, stranên berxwedana xeyalî û nûçeyên derew.