Ji Başûr derman û xarin û ji Rojava jî TNT û teqemenî!!

CTD-info

Rêxistina PKKê, ji boy têkbirina rewşa Başûrê Kurdistanê di nav hewlên mezin de ye, her roj pîlanan çêdike û her ku diçe xeterîya wê li ser vê perçeya welat pêtir dibe.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, duh roja sêşemî 26/4/2022ê jinavbirina pîlaneke xeter a rêxistina PKKê li dijî Herêma Kurdistanê ragihand, Encûmena Asayîşê dest bi ser qebareyekî mezin yê teqemenî û kel û pelên leşkirî de jî girtîye ku PKKê dixwest li herêma kurdistanê bi kar bîne.

Roja 17 vê mehê, berpirsê YPGê yê bi navê “Rodî Hisên” dixwest tonek TNT, 23 matorên dironan, 1200 maskeyên dije gaz û 375 çekên kilaşînkof ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bike, ev çek di nava barekî de hatbû veşartin, lê belê hêzên Asayîşê li sînorê Dihokê, ew girtin.

Li gorî daxuyanîya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, YPGê kesî bi navê “Yûnis Ehmed Qasim” ku nîştecîhekê kampa “Domîz” a penaberên Rojava ye erikdar kirbû ku ewan çek û teqemenîyan bigihîne PKKê, ji bo ku li nav Herêma Kurdistanê çalakî pê werin encam dayîn.

Pêgeha “Darka Mazî” ji adara îsalê ve di hejmareke nûçe û mijarên xwe de hişyarî ji van kiryarên terorîstî yên rêxistina PKKê da bû û eşkere kirbû ku PKKe wê li mehên pêş me kiryarên terorîstî li hundirê bajêrên kurdistanê pêkbîne, jinavbirina encûmena asayîşê ji boy yêk ji hewlên rêxistina PKKê ku duh îlan kirîye, belgeye li ser rastîya raporên pêgeha “darka mazî”.

Pêgeha “Darka Mazî” li 4 nîsana îsal 2022ê mijarek derbarê “Pêngavên ajawegêrî yên pêşbînî kirî yên PKKê li Herêma Kurdistanê” parvekirbû û têde bi wurdekarî ve bas kirbû ku PKKe dixwaze li rojên pêş me çi kiryaran li Başûrê Kurdistanê encam bide.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwarin, derman û alîkarîyan ji bo Rojava Kurdistanê dişîne, YPGe jî TNT û mûşekan ji boy wêrankirina Kurdistanê nek artêşa Tirk dişîne Başûr, Encûmena Asayîşê tevî ku duh jinavbirina pîlaneka PKKê ji boy tîkdana Başûrê Kurdistanê ragihand, lê belê pîlanên xeter yên PKKê bi dawî nabin û liv û tevgera rêxistinê ya têkdana başûr wê bidome.

Pustên heman beş