Muqteda Sedir li dijî Tirkiyê daxuyaniyek tund da

Muqteda Sedir li dijî Tirkiyê daxuyaniyek tund da

 Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di peyamekê de topbarana Zaxo şermezar kir û ragihand, Tirkiye bêşermî gihîştiye astekê ku dibêje qey Iraq nikare bersiva wê bide.

Muqteda Sedir diyar kir, ku ew weke pêngava yekem pêşniyar dike ku bi rêya van xalan an jî hinek ji wan bersiva Tirkiyê were dayîn:

Yekem: Asta nûnertiya dîplomasiya Tirkiyê were kêmkirin.

Duyem: Hemû deriyên sînorî û balafirgeh li ber Tirkiyê werin girtin.

Sêyem: Doz li Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkiyê were vekirin û bilez were kirin.

Çarem: Rêkeftina ewlehiyê ya ligel Tirkiyê were betalkirin.

Rêberê Tevgera Sedir destnîşan kir ku bombebarankirina parêzgehên bakur û Herêmê li nav û ji derve, êdî nayê tehemulkirin.

Îro 20ê Tîrmeha 2022yan, di encama topbarana Tirkiyê de li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo, 9 kes hatin kuştin û 26 kes birîndar bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, geştyarên ku canê xwe ji dest dan, hemû ciwan û zarok in.

Pustên heman beş