Kurdo Bakurî
Piştî hatina DAIŞê bo Îraqê û awarebûna gelê Îraqê bo Başûr û Rojava Kurdistanê, ji bo ku Erebên Îraqê yên li Rojava bên tenzîm kirin, bi fermana rêveberiya Qendîlê girîngiyek taybet bi kampên li Rojava yên ku Îraqî têde bûn hat dayîn.
Rêxistina PKK’ê ji bo tevlîkirina şervana û tanzim kirina di nav Ereban de di hemû Kampan de hebû.
Lê kampa Hol û Roj taybetmendîyeke xwe ji PKK’ê re hebû, taybetmendiya wan jî ewe ku xelkê Eşîretên Ereba yên ku nêzîkî deverên kurdî wek deverên Mûsil, Şengal, Mexmûr heya diçe Kerkûk, Tikrît bûn û wek cihê nakokî li ser tên naskirin di van kampan de hene.
Bi alîkariya berpirsê QSD’ê û YPG’ê Şahîn Cîlo amadekarî hatin kirin
Rêveberiya Qendîl Cemîl Bayik û Mirad Karaylan, fermanek ji bo Şahîn Cîlo, dîsa hin berpirsyarên Şengalê wek Egîd Kelar (ku zelamekî pir nêzîkî Coma û Cemal bû û di demekê de jî berpirsê hêzên taybet bû, pir req li hemberî Herêma Kurdistanê û Barzanî da heye, wê demê li cihê Egîd Civyan hatbû Şengalê) şand, fermana ku ji Qendîlê hatiye şandin ew bû ku ev xelkê ji deverên cuda yên Îraqê hatîne kampên Rojava, bi taybetî jî ew Erebên Herêma Şengal û Mûsil gerek werin rêxistin kirin, Meclis, Komîn û hêza leşkerî ji wan re werin çêkirin, hêzeke leşkerî ji nav wan ciwanên Eşîrên Ereban were duristkirin.
Ji bo cîbicîkirina vê fermanê, bi alîkariya berpirsê QSD’ê û YPG’ê Şahîn Cîlo amadekarî hatin kirin, civînek ji bo rîhsipî û şêxên Ereban yên penaber û hinek kesên din yên ji herêma Til Koçer hat amadekirin, civîn bi ezîmeteke xwarnê hat çêkirin. Di vê civînê de kadroyên PKK’ê fikir û ramanên Evdila Ocalan ji bo wan şîrovekirin, gotin ku em dewleteke kurdî naxwazin, em bi fikra serok Apo demokrasî û biratiya gela dixwazin, dewlata kurdî ne di berjewendiya ti gelên herêmê deye.
Di vê civînê de PKK’ê pêşniyara çêkirina hêza eskerî da amadebûyan, ji bo ku ev hêze çêbibe piraniya amadebûyên civînê razî bûn, hin şêxên Ereban ku bi guman nêzî vî karî bûn digo em tevlî vê hêzê nabin, dibe ev hêz li dijî PDK’ê ji bo şerê navxweyî yê kurda bê bikaranîn, em ji ber vê yekê naxwazin têkil bibin. PKK’ê têkilîyên xwe bi wan kesên ku bi guman bûn ji boy beşdarîkirina di vê hêza leşkirî de qutkirin û propaganda li dijî wan parve kirin û ragihand ev alîgirên PDK’ê ne.
Ev karê PKK’ê encamê xwe girt
Ev karê PKK’ê encamê xwe girt û ji wan Erebên Herêma Mûsil û Şengalê di navbera 800-1000 şervan hatin tomarkirin, cihê perwerda wan jî li nêzîkî bajarê Hesekê hat çêkirin, kesekî xelkê Dêrkê bi navê Welîd wekî berpirsê perwerde kirinê hat danîn, ev kes kadroyekî xwecihî ye li Rojava Kurdistanê û wek zelamê Şahîn Cîlo tê naskirin.
Gelek dewreyên perwerdê ji boy vê hêzê hatin vekirin, bi çekên ku hevpeymaniya navdewletî wek alîkarî ji YPG’ê ra şandîn hatin pirçekkirin, û ew şandine Şengalê, wek beşek ji YBŞ’ê girêdayî Heşda Şebî. Yanî ev Erebên ku li gel DAIŞê êrişî Êzdîyan kirî, bûn çekdarên YBŞ’ê. Anku qatil û qurbanî mil bi mil ketin yêk çeper da.
Hêza ku bi destê PKK’ê ji Erebên van navçeyan hatî çêkirin bûye çav û guhê heşda Şeibî
Biya min êrîşên bi roketan û Balefirên bê pîlot jî ku li ser Hewlêrê tên kirin, bi alîkariya vê hêzê bi heşda Şeibî re tên kirin, ji ber ku xizim û kes û karên endamên di nava vê hêzê de li Herêmên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê ku bi “Navçeyên Nakokî Li Ser” tên naskirin hene û ev kesane dikarin alîkariya xizmên xwe bikin, her ev jî sedeme ku heya niha êrîş tên kirin û ti kes li ser wan êrîşan nayê girtin û cezakirin, hêza ku bi destê PKK’ê ji Erebên van navçeyan hatî çêkirin bûye çav û guhê heşda Şeibî ji bo êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, helbet ev yek jî bi haydarî û alîkariya rasterasta PKK’ê tê encamdayîn.
PKK’ê Ereb hem kirin xwedan Meclis, hemjî kirin xwedan hêz û birine ser gundên Êzdîyan
Çend kesên mezin û rîhsipyên wan jî ji bo ku Meclis û Rêveberîyekê jêre çêkin şandin bajarê Tirbespyê û 15 -20 roja dewra perwerdê bo vekirin û hatin perwerde kirin.
Bihara sala 2018an da ev Meclisên hazirkirî zivirandine ser gundên ku li serdemê Saddam de ji Êzdîyan hatibûn standin û Erab lê bicih kirbûn, PKK’ê dubare ew Ereb zivirandine ser wan gundan ve, û her dîsa wan Ereban di êrîşên DAIŞê da li gel DAIŞê êrîşî Êzdîyan kirbûn, hêj êzdî aware bûn û nedikarîn bêne ser erdê xwe, ew Ereb hem kirin xwedan Meclis, hemjî kirin xwedan hêz û birine ser gundên Êzdîyan yên li ser sînorê Şengalê û Rojava.
Kesên wek Sozdar Avesta ku bi xwe Êzdîya Bakur e û xelka Bişêriya Batmanêye, Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê yê, li Şengalê berpirsên yêkêmîn bûn, wêjî destek û alîkarî dikir ji bo ku ev kare were encamdayîn. Ji xwe hin kesên êzdî wek Seîd Hesen û desteyeke wekî wî li Qendîlê ji alîyê Karaylan, Sabrî Ok û Cemîl Bayik ve di sala 2011-2012 hatibûn perwerdekirin ku eger tiştek li deverê rû bide amade bin. Ji ber ku PKK’ê ev pîlan bera hatina DAIŞê amadekiribû.
Zekî Şengalî ji vî karê PKK’ê pir nerehet bû
Gelek êzdî bi vî karî nerehet bûn, lê tiştek ji destê wan ne dihat, Zekî Şengalî jî, wek berpirsê duyemîn li Şengalê bû, Mam Zekî pir ji vî karî ne rihet bû, nediviya ev hewildanên PKK’e dike li Şengalê bên kirin, wî dizanî êzdî pê ne rihetin, wî bi xwe jî nedixwest ew Ereb careke din bi vî awa bizivrin wan gundan, wî digo fermana Êzdîyan bi destê Ereban hatiye kirin, bi hezaran keç û jin û zarokên Êzdîyan bi destê van Ereba û DAIŞê winda bûne, çawa dibe ku ev Ereb weke tiştek çênebûye bizivirin ser van gundan, xelkê êzdî bi xwe hêşta nikarin bizivrin gund û bajarên xwe.
Zekî ev kare xeter didît û ne di karî qebûl bike lê ji ber hesasiyeta di nava PKK’ê de xwe bêdeng kir û xwe ji vî karî dûr girt û têkil nebû, PKK’ê dizanî Mam Zekî ji vê yekê neraziye, rêveberiya PKK’ê di vî babetî de ji Mam Zekî nerihet bûn, di sala 2018an de ew îxbar kir, dema bi tirombêla xwe ji merasîmekê vedigeriya cihê xwe ji alîyê balefirên Tirkan ve hat kuştin.
Yekîneyên hatine çêkirin li kampan çûne Şengal û Mûsil bo dewamê û cardin dizivirîn malên xweyên kampan ve
Dîsa di kampên Rojava da tanzîmeka din ya leşkerî ku ew jî ser bi heşda Şeibî bû û ji YBŞ’ê cuda bû hebû, ewjî bi navê Newadra ku serkêşê wê “Ebdulrehîm Şemerî” bû, ew berpirsekî ji alîyê Hikûmeta Îraqê ve bû û bi heyeta resmî dihat kampê û ji bo hilbijartinên parlemena Îraqê xwe wek namzed nîşan dida, vî kesî bi îcaza PKK’ê Şervan ji nava kampê kom dikirin û dişandin Mûsil û Şengalê. Yekîneyên hatine çêkirin li kampan çûne Şengal û Mûsil bo dewamê û cardin dizivirîn malên xweyên kampan ve.
Gelek tiştê ne di rêda dikirin, lê PKK’ê nedihişt ti kes xwe têkilî wan bike.
Dîsa di aliyê siyasî da ji bo hilbijartinên 2017-2018an bo Parlemana Îraqê ku sindoqa dengdanê ji bo penaberên Îraqî bête danîn, kar di navbera hikûmeta merkezî ya Îraqê û PKK’eya Şengalê çêdibûn û bi vî karî dîsa kadroyên PKK’ê xwestin dengên Îraqiya ji bo namzedên xwe wergirin, berdewam di gel wan şêxên Ereban civîn çêdkirin, lê ji ber hin nakokiyên li Îraqê, sindoqên dengdanê nehatin qebûl kirin, ji ber ku bi îhtîmaleke pir mezin da namzedê PKK’ê yê ku ji eşîra Cihêşiya bû da dengên Îraqiyên li Rojava û kampên Rojava diman da bi hîle û fêlbaziya wergire.