Şaxa Partiya Ebdulla «PKK’ê» li Kurdistana Sûriyê – «4»

pyd-pkk-rojava-4

Mahir Hesen

Ebdullah Ocelan di hevpeyvîna di gel Nebîl dibêje, min baş lêkolînkiriye, û kurdistan li Sûrî tune ye, lê ka da em bersiva Ocelan û hevalbendên wî ji çavnebar û zikreşan bidin.

Devera Hisiçe berî ku sînor û tixûpê navbera Tirkiye û Sûrî de bê danîn bi ser Amedê ve bû, û Amed ne bajarekî di dewleta Sûriye de ye û zêdetirî milyonek kurd li Hisiçe dijîn, ji bilî pêkhateyên din, wek Ereb, Suryan, Keldanî û ermenî.

Bajarê “Dêrik”, çima Erebên Baas bi navê nû “El-Malikiye” da nenasîn? li gor biryarnameya 346-24 Adara 1957, eşkere ye ji bo berevajîkirin û jinavbirina zimanê kurdî “Dêrik” hate bikaranîn, her wisa ku li şûna “Cil Axa”jî “Cewadiya” bi nav kirin  û “Girê Koçera” jî kirin “Yarbiyah” û navê 150 gundên girêdayî devera Dêrik guhartine Erebî.

Bajarê “Tirbespiyê” jî du caran hatiye erebkirin. Cara yekem bû ku navê wê bi zimanê Erebî hate wergerandin, lewra bû “Qebr El-Beyd”, vê yekê dilê dijmin hînignekir, lewra di navbera xwe de li hev kirin ku navê nû yê bajêr bibe “El-Qehtaniye“ li ser navê bav û kalên wan “Qehtan”.

Bajarê Qamişlo nûjen e, ji aliyê Fransiyan ve hatiye avakirin, û Kurdên ku Qamişlo li ser erdên wan hat avakirin, navkirina taxên Bajar li ser navê wa ye mîna Qidûrbek(Qedrî Beg), û piranîya Qamişlo ku Kurd in .

Amûdê, heşt kîlometreyan li rojava ji Orkêş/Tel Mozan, paytexta Hûriyan dûr e, Hûrî jî Kurd in û zikreş vê yekê nabêjin? bajarê Amûdê ku dîroka wî vedigere sedsalan û yek ji arkeolojîk ên bajêr, Girê navdar (Şermola)ye ku ne ji dûr û ne nêzîk ve tu tiştên wê bi Erebî tune ye, li vir hêjayî gotinê ye ku Girê Amûdê li gorî peymana Fransa-Tirkiyê a li ser sînor, bi ser Tirkiye ve çû, û rêya ku Amûdê bi Mêrdînê ve girêdide jî ji ber sînor nema hat bi karanîn. Tê zanîn ku ev rê heta niha jî di nav Xelkên Amûdê de bi navê Riya Bajêr tê naskirin û gelek rêçên din jî hene bi navê:

Riya Darê.  Ango rêya Darî, ku berê di navbera Amûdê û gundê Darî de girêdide, ku bi bermahiyên dîrokî yên kevnar navdar e, îro jî di encama parçebûna devera me li nav sînorê Tirkiyê de ye.  Hêjaye gotinê ku Rêyek ku Amûdê bi Şamê ve girêdide tune bû, Belê çawa Ebdulleh û erebên Baas ev bajar kirin erebî?  Dirbêsiyê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bû du beş û xelkê herêmê jê re dibêjin Dirbêsiya Serxetê  û binxetê. Navê Dirbêsiyê bû li gor rêkeftina xêzkirina sînor li aliyê Tirkiye û Sûrî ye.  Û ji eşîrên kurdan yên herî kevin li bajar Kîke ne.
Serê Kanyê ku ereban ew kirin “Ras al-Aîn”. herwiha navçeyê navdar Tell Halaf jî heye, ku kevneşopiyên kevnar li devera kurda behsa paytexta mîtanniyan waşokanî dike.  Gelo Ebdulleh û ereb çi li ser dîroka Mîtaniyan( bav û bapîrên kurdan) dizanin heye dibêje sed salek di şûn de kurd hatine vê deverê?

Kobanî navê xwe ji navê kampaniya almanî girtiye ku di sala 1912an de xeta tirênê damezrandibû, ango beriya ragihandina serxwebûna dewleta Sûriyê, (dewleta sûrî cara yekem serxwebûna xwe Di 1930an ragihandin)
Pirsa me ew e, çawa kurd beriya dîroka Sûriyê koçberî Sûriyê û bajarê Kobanî bûn? Lê ereban di çarçoveya siyaseta erebkirinê ya li ser herêmên kurdan de ew bajar jî kirin bi navê Eyn el-Ereb.

Navê Efrînê li ser çemê Efrînê ye.  Berê ji aliyê rêveberî ve girêdayî Kilîsê bû, navenda dadweriyê, ku di çarçoveya peymana Fransa-Tirkiyê de ji aliyê Tirkiyê ve di bin perçebûnê de ma.  Di serdema desthilatdariya Fransayê de li gorî biryara jimara a 33-an ya 4ê Îlona 1922an navçeyeke nû bi navê Kurdbax, bi erebî “Cebel El-Kurd“ hat avakirin.

Em vegerin sala 1930, dema ku Kurdan daxwaznameyek pêşkêşî Komîseriya Bilind a Fransa kirin ku ji bo Kurdan statûyeke taybet wek herêmên din ên Sûriyê bê dayîn, û ev daxwaz di panzdehê nîsana 1930 de li Ofîsa Komîseriya Bilind hate tomarkirin, bi jimara 6501. Ev belgeya Kurdistana Sûriyê ye.
Li gor vê yekê, gelo çawa kurdên Sûrî nexwedî warin û daxwaza statûyeke taybet wek herêmên din ên Sûriyê dikin?

Ev Gotar bi taybet bo Darka Mazi ye

Pustên heman beş