Li Rihayê xortek di nav avê de xeniqî

Li Rihayê xortek di nav avê de xeniqî

Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê xortekî 16 salî di nav avê de xeniqî.

Hat ragihandin ku xortekî 16 salî yê bi navê Î.Î ji ber germahiyê, bi mebesta hênikbûnê kete nav ava kanala avdaniyê û piştî demekê di nav avê de winda bû.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tendirustî û Rêveberiya Grûpa Binavê ya ser bi Rêveberiya Ewlehiya Parêzgeha Rihayê gihîştin cihê bûyerê û di lêgerînê de termê Î.Î hat dîtin.

Hat eşkerekirin ku termê xortê 16 salî bo Tiba Dadî ya Rihayê hat veguhestin.

Pustên heman beş