PKKê piştî 5 salan mirina fermandarekî xwe aşkere kir

Ezîz Kûtlû-pkk-hpg-botan-kurdistan-turkey-5

HPG baskê çekdarî yê PKKê piştî 5 salan piştrast kir ku fermandarekî payebilind ê wan di êrîşeke Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê îro Duşembê 5ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, yek ji fermandarên payebilind ên gerîlayên PKKê yê bi navê “Ezîz Kûtlû” û nasnavê “Mordem Botan Dilbirîn” berî 5 salan canê xwe ji dest daye.

HPGê daye xuyakirin, ku Ezîz Kûtlû “roja 5ê Îlona 2017an li Botanê di êrîşeke artêşa Tirkiyê de” canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, navê dayika wî Nesîme û navê bavê wî Ebdurehman e.

HPGê diyar kiriye, ku ew fermandarê PKKê li gundê Navyana Şêxan ê li quntara Çiyayê Pîro yê li herêma Besta ya Botanê ji dayik bûye, sala 2014an li herêma Bestayê tevlî refên gerîlayên PKKê bûye û li Şirnexê û gelek cihên din ên Kurdistanê erk û berpirsyarî wergirtine.

Li gor daxuyaiya HPGê, Mordem Botan “yek ji mîmarên Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê” bûye û tevlî pêvajoya “geşedana Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS)” jî bûye.

Pustên heman beş