Derbarê êrîşa ser Rojava Kurdistanê; Tirkiye dibêje emê dest pê bikin

ibrahim-kalin

Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê dibêje, ew di her demekê de dikarin operasyona bejahî li Sûriyê encam bidin.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin îro ji rojnamevanan da xuyakirin, girêdayî asta gef û metirsiyên li ser wan, ew dikarin di her demekê de operasyoneke bejahî li Sûriyê encam bidin.

Diyar kir jî, Tirkiye bi navbeynkariya Rûsyayê dixwaze bi Şamê re pêwendiyên xwe asayî bike, lê Şam wek mercê sereke yê asayîkirina pêwendiyan, vekişîna hêzên Tirkiyê daniye.

Ev daxuyaniyên Kalin hevdem ligel hewlên Tirkiyê yên asayîkirina pêwendiyên xwe bi hikûmeta Şamê re tên, di heman demê de jî xelkê Sûrî li navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de li bakurê Sûriyê, piştî civîna sêalî ya di navbera wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê di 28ê meha borî de derketin xwepêşandanan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Ji aliyekî din ve jî, Yasîn Aktay ku Şêwirmendê Serokê AK-Partiyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan e hefteya borî gotibû, divê Tirkiye ji rêjîma Sûriyê daxwaz bike ku Heleb ji bo demekê bikeve bin kontrola wê, ta ku bikarin ji 1.5 heta 2 milyon koçberên Sûriyê vegerînin.

Pustên heman beş