Qamişlo – Nasnameya wê jin a berpirsa PKKê aşker bû ku ji ber teqîna otomobîlekî bombekirî hatibû kuştin

remziye-altug-pkk-pyd

Îro 24.10.2023yê îdareya xwaser a Rojavayê Kurdistanê ku PYD serpereştiya wê dike, nasnameya wê berpirsa PKKê aşkera kir, ku ji ber teqîna roja 22yê cotmeh a vê mehê li bajarê Qamişlo hate kuştin.

Di beyanameyekî de îdareya xwaser a Rojavayê Kurdistanê ragehand, otomobîlekî bombebarkirî li bajarê Qamişlo teqiya û di encamê de Remziye Altug a temen 36 salî ya xelkê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û kesekî din jî birîndar bûye.

Li gor zanyariyan berpirsê din ê PKKê jî her ji ber wê teqînê jiyana xwe ji dest daye, lê heta naha nasnameya wî nehatiye aşkera kirin.

Ew otomobîla bombebarkirî ya ku teqiya bû, cureya Jeep bûye û ya Hêzên Sûriya Demokratîk bû ku li taxa Kornîş a Qamişlo teqiya bû.

Pustên heman beş