Çeteyên Ciwanên Şoreşger keçeka din a 15 salî revandin

Solîn Îbrahîm -pkk-mazloum -abdi-net

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke din a 15 salî ji hêla çeteyên rêxistina PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger hat revandin û dayîka wê jî bang li Mezlûm Ebdî.

Çeteyên Ciwanên Şoreşger rêxistineke ser bi PKKê ve ye, karê wê revandina zarokên Kurdane li Rojava Kurdistanê û bi telîmatên taybet yên şexsê Cemîl Bayîk û li jêr serperiştîya Mezlûm Ebdî û Rêveberîya Xweser tev digere.

Hat ragihandin çeteyên Ciwanên Şoreşger berya 10 rojan keçeka din ya 15 salî bi navê Solîn Îbrahîm revandine û çarenûsa wê hêjan nediyare.

Dayîka Solîn jî bang li Mezlûm Ebdî dike ku dengê wê bibhîze û jêre bibe alîkar ku keça wê bê vegerandin.

Dayîka Solînê got:

“Em li Qamişloyê li Solîn digeriyan. Berya 10 rojan agahî ji me re hat ku solîn ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin. Li ser agahiyan em bi sazî û pêkhateyên Qamişloyê re axivîn. Em çûn Hesekê jî lê kesek agahî neda me”.

Her wiha got: “Ez dixwazim heval Mezlûm Ebdî dengê min bibhîze û bi me re bibe alîkar”.

Li Rojavayê Kurdistanê tevî ku PYDê soz daye Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî ku zarokan çekdar neke, lê belê baskên leşkerî û Ciwanên Şoreşger yên girêdayî PKKê, hîn jî zarokên temen biçûk tevlî leşkerkirina bi zor dikin û wan dibin kampên leşkerkirinê yên li herêmên di bin kontirola xwe de.

Pustên heman beş