Fermandarên HSD’ê û kadroyên PKK’ê yeku yeku li Rojava tên kuştin

Fermandarên HSD’ê û kadroyên PKK’ê yeku yeku li Rojava tên kuştin

Hejmarek herî zêde ya kadroyên PKK’ê û fermandarên HSD’ê li Rojava Kurdistanê hatine kuştin, hema bêje roj naçe fermandar yan kadroyekî PKK’ê li rojava ji aliyê balafirên bê mirov yên artêşa tirkiyê ve neyê armanckirin, lê ji ber ku rojava di bin desthilata PKK’ê û rêxistinên ser bi wê ve ye nikare ti kesî bi vê yekê ku agahiyan dide Tirkiyê sûçbar bike.

Herî dawî, navenda ragihandin û çapemeniyê ya HSD’ê ragihand ku fermandarê wan yê bi navê Ferhad Dêrk (Şiblî Şiblî) di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya navenda ragihandin û çapemeniyê ya HSD’ê, sibeha roja înî 27/10/2023an fermandarê wan Ferhad Dêrkî dema dixwest vegere mala xwe di êrîşeka balefirên bê mirov de li navenda bajarê Dêrkê yê bakurê rojhilatê bajarê Qamişlo hatiye armanckirin û di encamê de canê xwe ji dest daye.

Armanckirina fermandarên HSD’ê-PKK’ê li rojava kurdistanê bi awayekî zêde bûye ku gelê rojava rasterast PKK’ê bi pêdana agahiyan bi dewleta tirk sûçbar dike û dibêje, ” di nava PKK’ê bi xwe de agahî ji dewleta tirk re tên şandin, PKK’e bûye rê nîşandera dewleta Tirkiyê ji boy armanckirina fermandarên HSD’ê û dagîrkirina rojava, ji ber ku rojava di bin desthilatdariya PKK’ê bi xwe deye û her tişt li rojava biqewme PKK’e jê berpirsyare”.

Pustên heman beş