Artêşa Îsraîlê bi 100 firokeyan Xezze bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê bi 100 firokeyan Xezze bombebaran kir

Hêzên Asmanî yên Îsraîlê ragihand, firokeyên Îsraîlê şeva borî 150 armanc li bakurê Kerta Xezzeyê bombebaran kirin.

Hêzên Asmanî yên Îsraîlê li ser platforma “X” ragihand: “Di encama bombebarankirin û jinavbirina baregehên Hemasê û jêrxaneya wê de, hejmarek çekdarên Hemasê hatin kuştin.”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li platforma “X” de aşkere kir, nêzîkî 100 firokeyên şer bi sedan mûşekan, li 150 armancên Hamasê dan.

Ji destpêka şer û pevçûnên di navbera Hemas û Îsraîlê de, şeva borî ya herî giran a êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Kerta Xezzyê bû. Herwiha Îsraîlê jî dest bi operasyoneke berfireh li seranserê Xezzeyê kiriye.

Herwiha artêşa Îsraîlê kuştina Serokê Sîstema Asmanî ya Tevgera Hemasê Îsam Ebû Rukba ragihand.

Roja 7ê Cotmehê, çekdarên Hemasê zêdetirî pênc hezar mûşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya di navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan de birîn, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin.

Li gorî amarên herî dawî yên tenduristiyê yên Xezeyê, heta niha 7326 Filistînî şehîd bûne û nêzî 18 hezar û 500 kes jî birîndar bûne. Herwiha 1400 Îsraîlî hatine kuştin.

Berdevkê fermî yê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî ragihand, hejmara dîlên ku ji aliyê Hemasê ve li Kerta Xezzeyê hatine girtin, 229 kes in.

Pustên heman beş