Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn topbaran kir

turkey-tank-efrin

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gundewarê Efrînê topbaran kir.

Tora Çalakên Efrînê ragihand ku şeva borî artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, gundê Bênê yê nahiyeya Şêrawayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gorî heman çavkaniyê, topbaranê heta derengê şevê ajot û herî kêm 20 top li wî gundî ketin.

Li aliyê din, li ser zerer û ziyanên vê topbaranê heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.

Derdora mehekê ye ku artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê gelekî zêdetir kirine.

Di van êrişan de zerereke gelekî zêde gihişt jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê û saziyên wê yên xizmetguzariyê.

Pustên heman beş