Tirkiye…Zilamekî 2 kurên xwe û hevjîna xwe kuştin û piştre jî xwe kuşt

Tirkiye…Zilamekî 2 kurên xwe û hevjîna xwe kuştin û piştre jî xwe kuşt

 Li navçeya Mustefakemalpaşa ya ser bi parêzgeha Bursa ya Tirkiyê, jin û zilamekî di asta dest ji hevberdanê de, zilam herdu kurên xwe û hevjîna xwe bi demançê kuşt û piştre bi heman çekê xwe jî kuşt.

Zilamê bi navê Samet O. yê 34 salî li gel hevjîna xwe ya bi navê Zeyneb O ya 30 salî di qonaxa dest ji hevberdanê de bûn û zilamê ji ber biryara dadgehê ya ji herdu zarokên xwe bê dûrxistin, çû taxa Yalintaşê û li gel hevjîna xwe nîqaş kir û piştre bi demançeyê gule berdan hevjîna xwe ya bi navê Zeyneb û kurê xwe yê bi navê Metehan ê 9 salî û Batuhanê 4 salî. Piştre jî bi heman demançeyê gule berdan xwe û xwe jî kuşt.

Li ser agahdar kirinê tîmên polîs û tîmên tenduristiyê çûn cîhê bûyerê û destnîşan kirin ku hemû endamên malbatê jiyana xwe ji dest dane.

Dozgerê Komarê û tîmên polîs li cîhê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Pustên heman beş