Di rêbazê de pêkvejiyan

Di rêbazê de pêkvejiyan

Bûbê Eser

Pêkvejiyan têgeheke di jiyana mirovantiyê û ya neteweyande girîng û watedar e. Ji ber ku di gelek welatan de pir olî û pir bawewerî hene ku divê hemî niştecihên welêt bikaribin weke li gel hev bi hemî dijberên xwe re bijîn.

Ji ber girîngiya vê xalê bû ku Barzaniyan ew weke xaleke ji xalên rêbazê dane zanîn ku kurd bikaribin li gor wê xwe bi rêz bikin, Xwe û welatê xwe li gel hev, li ser asasê neteweyî û kêmneteweyan bi hevre bijîn.

Dema ku em li Kurdistanê dinerin dibînin ku miletê me, xelkê me, kesên li ser erda pîroz dijîn, bi gelek ol û bawerî ne. Li ser erda pîroz hin ji kêmnetewan din jî dijîn. Bi gotineke din Kurdistana pir rengîn, olî û kêmneteweyên xwe dewlemend e. Ji bona hemî kurd û yên ne kurd, yên misilman û ne misilman li gel hev li ser erda pîroz bi serbestî bijîn û welatê xwe ji êrîşên dagirkeran biparêzin ev xal di rêbazê de hatiye bi cih kirin.

 Barzaniyê mezin baş dizanî bû ku baweriya olî tenha kesayetan eleqeder dike, ji bona ku miletê li ser erda Kurdistanê jiyaneke hevbeş û li gel hev, bi hevre bijîn, ew baş li ser vê xebitiye. Loma weke xaleke rêbazê ew pêşkêşî gelê xwe kirî ye.

Ji ber ku Barzaniyê mezin xwedî tecrubeyek dirêj bû. Wî miletê xwe, mirovên li ser erda kurdistanê li gel dost û dijminên xwe jî baş nasdikir. Haya wî ji hemî reng û dengên li Kurdistanê hebû. Dizanîbû ku miletê kurd pir olî û xwedî gelek baweriyan e. Wî dizanîbû ku hin kêmnetewe û hin ji yên ne kurd li Kurdistanê dijîn, hene. Ji bona ku pêkvejiyaneke mayenda di nava Kurd û ne kurd, di nava yên misilman û yên ne misilan de, pêk bîne xala pêkvejiyanê ango li gel hev li ser asasê wekheviyek demokrat jiyaneke mayinde li kurdistanê bixuliqîne ev xal ji bona me destnîşankirî ye û pêşkêşî gelê xwe kirî ye.

Mirov dikare bipirse: Gelo Barzaniyê mezin çima ewqasî girîngî dayê vê xalê? Bersîv pir zelal û vekirî ye. Ji ber ku ew bikaribe miletê xwe yê pir olî ji bona doza kurdistanê di bin yek konî de biparêze ev xal anî ye. Li gor vê rêbazê, ew kesên ne Kurd û Kurd, li gel hemî ol û baweriyên xwe, çi dibe bila bibe, heger ji welatê xwe hez bike, heger ji bona welatê xwe tekoşîna azadiya wî bide, ew dibe parêzgerekî welatê xwe ku divê hemî rê ji re bê vekirin.

Dema em li tevgera Barzaniyan dinerin ku wan bi xwe ev xal di jiyanê de pêk anîne. Pêkanîna wê jî dema em li rewşa pêşmergeyan dinerin ku ji her ol û baweriyê, pêşmergeyên ji bona welatê xwe tekoşîn dane û bûne can gorî hene.

Dema ku em li tevgera Barzaniyan dinerin dibînin ku ji hemî ol û baweriyan berpirsên dam û dezgehan û yên pêşmergeyên qehreman hene. Em dibînin ku hêza pêşmergeyên qehreman ji roja ewil de, ne tenê ji olekê an baweriyekê pêk hatiye. Ev bi me dide zanîn ku xala pêkvejiyanê ji roja Barzaniyan dest bi şoreşa ji bona azadiya kurdistanê kirine, ev xal jî bi vî rengî dane zanîn.

Ji misilmanan bigirin heta xaçperestan di nava Barazaniyan de weke endam an berpirsê PDK û hemî hêz, qawet û baweriyên xwe li hember dagirkeran şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê dane. Di şer û tekoşîna xwe de tu endam an pêşmergeyan ji bona baweriyên sexsî û olî bi hev neketine û li dij hev şer nekirine.

Ji ber vê xala pîroz bû ku pêşmergeyên Barzaniyê nemir ji çi ol û baweriyê bana ferq nedikir. Ji ber ku herkesan xwe weke parêzgerekî/ê Kurdistanî dizanîbûn. Ji bona xwe azad bikin tim mil bi mil li gel hev şerê azadiya Kurdistanê didan û dane.

Xweşbûn û geşbûna miletekî ew e ku hemî reng, deng û baweriyên olî bikaribin li gel hev ji bona parastina welatê xwe kar bikin. Ji bona wê jî kesên xwe Kurd dizanin divê kar û helwestên xwe li gor vê xalê deynin. Kesên ne kurd û ne misilman jî divê bizanibin ku bi saya vê xala rêbaza pîroz, herkes dikarin bi azadî û di warê demokratîk de li gel hev li ser erda pîroz bijîn û mafê herkesan heye ku xwedî yek maf bin.

Ev xala pîroz îro li Kurdistana azad ango li başûrê Kurdistanê di hemî qada jiyanê de pêk tê. Herkesên older li gor baweriya xwe avahiyên xwe dadimezirînin û îbadetên xwe bi serbestî û azad dikin. Ji bona her kêmneteweyên li kurdistanê mafê wan î bi zimanê xwe perwerdeyî bibînin heye. Herkesên li ser erda azad û pîroz dijîn mafê wan e ku bibin desthilat, rêber û serokatiya gelê xwe jî bikin heye.

Ji ber ku xala pêkvejiyanê, jiyan bi xwe ye. Hebûna miletê Kurd, parastin û xwedî lêderketandina herkesan e ku welatê xwe Kurdistana şêrîn li hember hemî dagirkeran biparêzin û xala pêkvejiyanê li gel hev pêk bînin…

Pustên heman beş