Tirkiyê kuştina berpirseke jin a PKK’ê ragehand

Hat ragehandin Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) bi operasyoneke noqteyî ve berpirsa PKK’ê ya bi navê Ayşe Arslan ku wek Tekoşîn Czîre tê naskirin bê bandor kiriye.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya zimanê fermî yê dewleta Tirkiyê ye û nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiya tirk, Ayşe Arslan a wek Tekoşîn Czîre tê naskirin di sala 2004ê de beşdarî PKK’ê bûye û di sala 2014ê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û di xebatên PKK’ê yên li Rojavayê Kurdistanê kar kiriye.

Herwaha hat ragehandin Ayşe Arslan li herêma Xwakurkê wek berpirsa beşa Civakî bû û di operasyoneke noqteyî ya ji aliyê MÎTê ve hat pêkanîn de canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş