Çoxê polayî yê Blinken giştpirsîya Serxwebûna Kurdistanê tîne bîra me

blinken-kirkuk-referandum-kurdistan-info

Wezîrê Derve yê Emerîka Antony Blinken 5 ê Mijdarê serdana Bexdayê kiribû. Ev Serdan di warê têgihiştina asta nakokî û aloziyên li Rojhilata Navîn de gelek girîng bû. Ji bilî naveroka hevdîtinê, mijarên pratîkî bi zelalî bêbaweriya hevkarên li herêmê nîşan da.

Blinken ji balafirê derket û çû Bexdayê bi çoxê pola. Herwiha Blinken beriya ku here Bexdayê hikûmeta Îraqê agahdar nekir û ji nişka ve serdana Bexdayê kir. Helbet di şêwazê çûyînê de êrîşên vê dawiyê yên li ser Emerîka yê para kî girîng hebû. Lê Emerîka baş dizane ku ev êrîş ne tenê ji alîyê milîsên li herêmê ve têne kirin. Di van êrîşan de hêzên sereke yên di nava dewleta Îraqê de rasterast berpirsyar in.

Di 5 ê Mijdarê de, nûçeyek hat parvekirin ku wan “kanalên pêwendîyên agahiyan” bi serkirdeyên artêşa Îraqî re li Baregeha Asmanî ya Eyn el-Esed, qut kirine. Sedema sereke ya vê yekê ne tenê zêdebûna êrîşên li ser baregehên Emerîkayê bi şerê Îsraîl û Hemasê re têkildare. Ji ber ku êrişên li dijî Emerîka bi îstixbaretekî deqîq tên kirin û digihijin armanca xwe. Emerîka we difikire ku ev îstixbarat ji aliyê hêzên ku pê re kar dike, ango ji alîyê artêşa Îraqê, hatiye dayîn.

Me dît li Îsraîlê ku navenda şere jî wezîr Blinken çoxê pola li xwe nekiri bû. Paşeroj û paşeroja asta ku Emerîka li Îraqê gihîştiye wê zêdetir were nîqaş û gotûbêjkirin. Bi taybetî ev rewşa Emerîka li Îraqê ketîyê bi nêzîkatiya wê ya li hemberî Kurdan ve girêdayî ye. Belê, Emerîka Kurdan weke hevkar dît û têkiliyên aborî û dîplomatîk ên girîng pêş xistin, lê belê di heman demê de nehişt ku Kurd bi awayekî serbixwe tevnegerin û ji aliyê stratejîk ve jî bihêztir bibin.

 Sê xeletîyên mezin ên Emerîka yê li hemberî Kurdan

Ya yekem ji van xeletîyan di sala 2004 de, dema ku Îraqa nû ava di bû, hate kirin.  Her çend mijarek pir dirêj e jî, lê hewla Emerîka ji bo Kurdan îqna bike ku bibin beşek ji Îraqê û pey re jî nehiştina wê yekê ku Kurd derbasî navçeyên xala 140 î yên Kurdistanê bibin, wek Xaneqîn, Germiyan, Kerkûk, Mexmûr û hwd. ji van xeletiyên Emerîka ya herî mezin û yekem bû.

Xeletîya duyemîn jî sîyaseta Emerîka ya li hember pêkhateyên milîs ên Şîe bû, ku ji hikûmeta Malikî dest pê kir. Bi Pêkhateyên Şîe yên weke dewleteke paralel ya Îraqê tevdigerîya re piştgirî dikir. Li gel êrişên DAÎŞ ê bandora Îranê ya li Îraqê zêde bû û Emerîka cavên xwe li bandora desthilata Îranê re girt.

Xeletîya Sêyemîn û herî mezin ku hê jî bîrame ye, helwesta Emerîkayê ya negatif li hember Giştpirsîya Kurdistanê bû. Di 25 ê Îlona 2017 an de Referandûm pêk hat lê mixabin Emerîka helwestekî neyarî li dijî Kurdan nîşan kir. bi piştgirî da dagirkirina Kerkûkê Emerîka Îraq teşwîqî dagirkirina Kurdistanê dikir. Gelo heke Kurdistan hatiba dagirkirin nûke da rewşa Emerîka li Îraqê çawa bû ya. Herwiha Emerîka bi bêdengî ya xwe dagîrkirina Kerkûkê ji alîyê tûndrewên Şîa ve pesendkir. Kerkûk di warê sîyasî û stratejik de xwedî cihekî pir dîyarde ye di jeopolîtîka Rojhilata navîn de. Emerîka bû palpiştê sîyaseta Îranê ya dijî Kurdistanê.

Serok Barzanî bi awayekî eşkere helwesta Emerîkayê bi taybetî di dema Referandûmê de red kir û got; “Ev 14 sal in Emerîka bi heman zimanî bi me re diaxive. Li gel pêkanîna prosêsa giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê Emerîka li kêlaka dewleta Îraqê sekinî Berevajî hêviyên me, wan helwestek bêalî nîşan nedan,” Emerîka bê hove wêve bi awayekî objektîf û sûbjektîf li kêleka Heşda Şeibî ya ku îro serwerîya Bexda yê dike sekinî.

Piştgiriya bêdeng û şermok a Emerîkayê ya ji bo êrîşên li dijî Kurdistanê piştî referandûmê jî dewam kirin.

Weke mînak şandina dahata petrola Kurdistanê bo Bexdayê di bin berpirsîyarîya welatên rojava bi taybet Emerîka de pêkhat. Emerîka û welatên Rojava li hember projeya bêparkirina Kurdan ji petrola Kurdistanê, ku ji bo hilweşandina hikûmeta Kurdistanê ev pilangêrî di hat meşandin şirîk bû. Lê Îro em baş dibînin ku Emerîka bivir li çoka xwe xistî ye. loma wezîrê kar û barê derve yê Emerîka li Bexda çoxê polayî digere.

Her wiha di vê pêvajoya Referandûmê de êrîşên lobiyên di nava Emerîkayê de li ser hikûmeta Kurdistanê berdewam bûn. Di helwesta dijminatî û dubendî ya YNKê ya li hemberî hikûmeta Hewlêrê de, erêkirina bêdeng a Emerîka heye.

Bi kurtasî, Emerîka piştevaniya hewlên bihêzkirin û serxwebûna Herêma Kurdistanê nake, berovajî vê yekê hewl dide Kurdistanê sînordar bike, sedema sereke ye ku îro Emerîka li Bexdayê dikişine ev e. Emerîkaya ku îro bi Bexdayê bi çoxê polayî jî nikare xwe biparêze li ser Kurd farzdike ku ew xwe bispêrin Bexda. Belê, li Hewlêrê Papa dikaribû li Hewlerê bi ewleyî bigere, balyozê Brîtanya Stefan Hickey jî li Hewlêrê bi bisîkletê bigere. Hemû karmendên welatên derve bi ewleyî li paytexta Kurdistanê Hewlêrê digerin.

Divê Emerîka û welatên rojava vê rastiyê bibînin: Bi hêzkirina Hewlêrê tekane tişta ku dikare li herêmê pêşverotîyê asteng bike. Hewlêr di nava kaosa Rojhilata Navîn de kendava ewlehî û jiyanê ye. Kurd êdî ji bo ku li gorî tercîhên xwe qada jiyanê ava bikin, divê piştgirî werbigirin. Ger paytextê Kurdistanê Hewlêr ewlehîya xwe ji dest bide, êdî kes nikare bi çoxê pola jî li Îraq û Rojhilata Navîn bigere.

Pustên heman beş