Baskê leşkerî yê PJAK’ê YRK’ê gef li gelê Rojhilat xwar, gelo armanca wan çi ye?

Baskê leşkerî yê PJAK’ê YRK’ê gef li gelê Rojhilat xwar, gelo armanca wan çi ye?

Rêxistina leşkerî ya ser bi PJAK’ê ve ku li Rojhilatê Kurdistanê kar dike, daxuyaniyek belavkir û gef li gelê sivîl xwar. Di daxuyaniyê de kesên ku diçin Çiyayên Zagrosê bi kuştinê hatin tehdîdkirin û hat gotin ku “Em ji geşedanên neyînî ne berpirsyar in.”

PJAK’ê ji sala 2011 an ve, ango ev 12 salin li dijî dewleta Îranê agirbest îlan kirî ye, lê belê gefan li niştecîyên çiyayên Zagrosê dike.

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di daxuyaniya xwe de hişyarî da welatiyên ku ji bo nêçîr, geştiyarî,darvanî, çiyagerî û şivantiyê diçin rêzeçiya yên Zagrosê. YRK bang li raya giştî kir û diyar kir ku hêza wan dê li hemberî van kesan mudaxaleya pêwîst bikin û ji bûyerên ku wê çêbibin ew ne berpirsyar in.

YRK’ê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku dewleta Îranê ji bo zîyan dana gerîlayên li herêmê ajan şandine van devera. Li gorî daxuyaniyê kesên dihêne herêmê ji bo keşifkirina noqteyên gerîla hatine şandin.

Rêze çîyayên Zagrosê serêkanîya jiyana gelê Rojhilatê Kurdistanê ye

Rêzeçîya yên Zagrosê ya ku YRK’e behs dike çiyayên Mukiryan Kebîrko, Manêşt, Perwa, Ajwan, Dalaho, Şaho, Kosalan, Qeleberd, Şaneşîn, Çilçeme, Dalanper, keleşîn û Ewrînê bi xwe ve digire. ji hezarî zêdetir gund û bajarok li derdorê hene. Gundî bi taybetî bi xwedîkirina ajal û komkirina giyayan li van çiyayan debara jîyana xwe dikin. Yanî rêzeçiyayên Zagrosê yên ku YRK’e li xelkê qedexe dike, serêkanîya jiyana Kurdên herêmê ye. Her wiha li herêma ku çiyagerî lê pêşketiye ev herêm gelek caran ji bo çalakiyên medenî yên werzişî tê bikaranîn. Ne mimkûn e ku xelkê deverê bikare dûr ji wan çîyayan bijî. Ev tê wateya riha jîyanê li wî xelkî qutkirin.

Agirbesta Îran û PKK-PJAK’ê û helwesta Îranê ya li hember PJAK-YRK ê?

Di vê daxuyaniya YRK’ê de tê îdîakirin ku “Îran dixwaze hêzên YRK’ê tasfiye bike.” Lê di van 12 salên dawî de rewş tam berovajî vê îdayê pêşketîye, Îranê bi plan PJAK û pêkhateyên girêdayî wê ji bo li Rojhilatê Kurdistanê bi cih bibin piştevanî kirîye. Pêvajo bi kurtasî wiha pêşket.

Pêkhateyên PKK’ê yên li Rojhilatê Kurdistanê bi gelek navên cuda di bin sîwana KODAR’ê de dixebitin. Ji vana PJAK rola partiyeke siyasî dibîne. Li aliyê din KJAR rola tevgera jinan dibîne û rêxistina ciwanan KJR jî heye û YRK rêxistina leşkerî ya wê tevgerê ye.

PKK’ê ji Cotmeha 2011’an ve li dijî dewleta Îranê agirbest îlan kirî ye. Rêveberên PKK’ê jî di her firsendê de vê yekê tekez dikin. Her wiha ji wê demê ve PKK’ê hewl da ku rê li ber derbasbûna rêxistinên din ên Rojhilatî ji sînorê Îranê bigire û dem bi dem êrişî hêzên ku dixwestin derbasî rojhilat bibin kir. YRK beşeke ji hêza pasdaran ji bo parastina sînor. Di demekê de ku Rojhilata Navîn di rewşa xwe ya herî aloz de bû, PKK’ê agirbesta li dijî dewleta Îranê ragehand. û weke cerdevana pasewanîya sînor ê Îranê dikin.

Entegrebûna PKK’ê ji bo ajendeya Îranê ya Rijhilata navîn bandoreke gelek neyînî li têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê kir. PKK ji bo ku gelê Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî helwesta herî azadîxwaz e ji xebatê dûr bixe, hewl da ku şîlobûnekî fikrî û siyasî di mejîyê wan de çêbike. Di nîqaşên Ala Kurdistanê û dîroka Mihabadê de roleke neyînî lîst.

Îran dixwaze PJAK li Rojhilatê bi cih bibe?

Wargehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye û Pirdê yên 140 km li dûrî sînor, gelek caran ji aliyê Îranê ve hatin topbarankirin. Herwiha dewleta Îranê çendîn caran gef û şantaj li hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku wan partiyan ji sînor dûr bixin. Rêxistinên girêdayî PJAK’ê di serîde li Pênciwîn û li gelek cihan bi cih bûne. Li ser sînor 1 km dûrî hêzên pasdarên Îranê xalên gumrikê ava dikin û pereyan ji xelkê distînin. Tevî vê nêzî hev cihbûnê jî rojekê nabin hedefa dewleta Îranê. Weke du hêzên hevalbend li gel hev di nava koordînasyonekê de xebat dimeşînin.

Her wiha li deverên wek gundên Koselan û Merîwanê rojane yekîneyên leşkerî dikevin gundan û derdikevin. Her çend dem bi dem bi hêzên herêmî re nakokiyên biçûk rûbidin jî, PKK û îstîxbarata Îranê rê li ber mezinbûna wê digirin û van nakokîyan ji bo veşartina têkiliyên nepenî yên di navbera xwe de bi kar tînin.

Piştî ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînor dûr ketin niha dewleta Îranê dixwaze ku PJAK valahiya li Rojhilatê Kurdistanê tije bike. Ji ber ku gelê Îranê gelekî siyasî ye û gelekî bi siyasetê ve girêdayî ye. Îran hewl dide PJAK bi her awayî li nava gel de îqame bike. 

PKK li dijî gelê Rojhilat hewl dide polîtîkaya şerê taybet bimeşîne

Ji ber vê yekê PJAK li her derê propagandaya xwe dike û dibêje ‘partiyên din ji rojhilat vekişiyan, îradeya wan nîne, tenê em li we xwedî derdikevin’. Lê PDKÎ û partiyên din li Rojhilatê Kurdistanê xwedî binyatek qewîne, PKK tenê bi vê propagandayê nikare bandorê li ser gelê Rojhilat bike. Ji bo vê jî tenê propaganda têra gel nake, dixwazin bi kuştinê jî bitirsînin û muhtacî xwe bikin. 

Ji ber vê metirsiyê gel bi awayekî normal bi yekîneyên herêmî yên YRK-PJAK’ê re dikevin têkiliyê û mecbûr dimînin ku destûra çûna çiya ji wan bistîne. Ji ber vê yekê YRK di rojên pêşîya me de wê çend gundiyên feqîr wek sîxur tewanbar bike û wan bikuje. PKK bi xwe sîxûrîyê ji Îranê re dike Îran pêdivî nîne ku gundîyek jê re di derbarê PKK’ê de sîxûrî bike. Sîxûrê herî mezin yê Îranê Cemîl Bayik e. hemû berpirsên Îtlaatê wî weke dost binav dikin û rêzê lê digirin.

PKK û PJAK’ê li dijî dewleta Îranê pêvajoyek agirbestê daye destpêkirin. Ev pêvajo ne agirbest e, di esasê xwe de piştgiriyek e bo Îranê. Di nava 12 salan de yek leşkerekî Îranê jî nehatiye kuştin. Vêca PKK behsa ci xebatên sîxûrî yê dike, ew tenê dixwaze xelkê deverê çavtirsandî bike. Ger agirbest hebe gelo çima YRK divê gelê Rojhilatê Kurdistanê ji dahatê Çiyayê Zagrosê bêpar bimîne?

Di vê perspektîfê de gava mirov li daxuyaniya YRK ê dinêre bi zelalî dibine ku ev parçeyekî şerê psîkolojîk ê YRK li dijî gelê Rojhilat di meşîne.

Pustên heman beş