Li Efrînê Jineke Kurd ji derdê mala xwe ya desteserkirî jiyana xwe ji dest da

Li Efrînê Jineke Kurd ji derdê mala xwe ya desteserkirî jiyana xwe ji dest da

Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, proseya desteserkirina mal û mulkên Kurdan, û girtina welatiyan ji aliyê komên çekdar ve, berdewam dike.

Melek Îbo, yek ji wan qurbaniyan e ku ji derê mala xwe ya desteserkirî ji aliyê komên çekdar ve, di 7ê Mijdara 2023yan de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan çendîn car e, jina kurd ji çekdarên Siqûr Elşemal li gundê Elî Caro yê navçeya Bilbilê, xwestiye ku mala wê jê re vegerînin, lê her car wan çekdaran red dikirin. Ji ber wê yekê rastî kirîza dil hat û beriya ku bimire, wesîyeta xwe kir ku cenazeya wê ji mala wê ya desteserkirî derkeve, malbat û kesûkarên wê ew yek bi cî kir.

Li gundê Gemrûkê jî ku gundekî navçeya Mabeta ye, Polîsên Leşkerî, 4 welatî girtin, 3 ji wan ji bi tometa derketina noberdariyê di serdema rêveberiya PYDê de, hatine girtin û yek ji wan piştî ku vegeriyay hatiye girtin.

Ji çend salan ve şêniyên Efrînê ji diyardeyên çekdarî, girtinên berdewam, sepandina bacên giran û desteserkirina malan, dinalin û banga danîna sînorekê dikin.

Pustên heman beş