Cendirmeyan jinek li sînorî gullebaran kir

candirme-turkey-syria-rojava

Cendirmeyên Tirkiyê li sînorê li navbera Tirkiyê û Sûryê gulle berdan jinekê û ciwanekî û bi giranî birîndar kirin.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan SOHR aşkere kir, duh roja şemî 11\11\2023an dema jinekê û ciwanekî hewla derbasbûna sînor ber bi alê Tirkiyê dikirin, cendirmeyan gulle berdan wan û bi giranî birîndar kirin.

Destnîşa kir, ew jin û ciwan yên gundê Xerbet Coz yên gundewarê Îdilbê bûn.

Ji destpêka vê sala 2023ê ve, cendirmeyên Tirk 28 welatiyên ji Sûryê û Rojavayê Kurdistanê

li sînor bi destdirêjîya gulleyan kuştine, yek jê zarok bû.

Pustên heman beş