Piştî derbasbûna salekî li ser kuştina yek ji rêveberên Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)ê hin zanyariyên nû yên vê derbarê de aşkera dibin.
Li gor zanyariyên berdest demek berî ku endamê rêveberiya KODARê Rêzan Cawîd li Qamişlo di nîvê sala 2022yê de bê kuştin, ew li bajarê Silêmaniyê bûye û ji aliyê PKKê ve hatiye girtin û piştre jî ew ji bo Qendîlê hatiye revandin. Piştre givaş lê hatiye kirin ku vîdeoyekî tomar bike û endamtiya xwe û girêdana xwe ya ji bo PKKê dubare ragehîne û piştre jî ew şandine Rojavayê Kurdistanê û li wê derê hate kuştin.
Vê derbarê de malpera Ava Today ku ji aliyê çend rojnamevanekî azad ên Rojhilatê Kurdistanê ve tê birêve birin û beşek ji wan niştecîhên Amerîkayê ne, di sala 2018ê de aşkera kirin ku Rêzan Cawîd ji bo xwe rizgarkirina ji dest PKKê berê xwe daye Silêmaniyê û xwestiye êdî di xebatên çekdarî de nemîne, lê li Silêmaniyê bi awayekî girtî ew birine bo Qendîlê.
Heman malperê her wê demê jî hişyarî da PKKê ku ji jiyan û selametiya Rêzan Cawîd berpirse, lê li hember wê PKKê ti bersivek neda, heta meha Tebax a sala 2022yê ango piştî çar salan nûçeya Ava Todayê kuştina Rêzan Cawîd ji aliyê PKKê ve bi awayekî gumanî hate ragehandin, ku guman heye berî wê jî hatibe kuştin û guman heye bi destê çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê hatibe gulebaran kirin û ji malbata wî re hate ragehandin ku di êrîşeke balefirên Tirkiyê de şehîd bûye.
Vê derbarê de nivîskar û rexnegirê siyaseta PKKê Hamîd Gewherî ragehand: ‘’Rêzan Cawîd li gel malbata Siyamend Muînî yê hevserokê PJAKê pêwendiyên wî hebûye û demeke dirêj jê dûr ket û dest ji PKKê berda. Piştre bi awayekî gumanî li Sûriyê hat kuştin. Naha mijara kuştina wî neronî ye û gelek guman li ser hene.’’
Dema ku PKKê kuştina Rêzan Cawîd ragehand, yek ji fermandarên berê yên PKKê û naha dest ji PKKê berdayî Mehmûdê Reş jî ragehand: ‘’PJAK parçeyeke ji PKKê û PKK bikartîne, PKKê bixwe PJAK ava kiriye, ji bo wê jî ji PKKê giring nîne hevserokê wê partiyê bibe Sûriyê û li wê derê bê kuştin. Li Kurdistana Sûriyê jî wisa dike, li wê derê xelkê digre û dibe bo Şingal û Silêmaniyê. Ev taybetmendiya PKKê ye. Mijara Rêzan Cawîd jî wisa ye, ji Rojhilatê Kurdistanê aniye dibe bo Rojavayê Kurdistanê, başe ma ew kese çawa dizane erdnîgariya wê derê çawa ye û xwazaya wê çawa ye. Rojavayê Kurdistanê ji bo wî cîheke biyanî ye, nezaniye çi bike. Piştre jî li ser bûyerê propagandayê dikin û dibêjin Rêzan hatiye kuştin, başe çawa û li kuderê û ji bo çi hatiye kuştin? Ev hemû pirs in. PKK aliyekî dibêje bo serdan çûye Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê din ve jî dibêje li wê derê berpirs bûye. Ji ber wê jî baweriya xelkê bi wan gotinên PKKê nayê.’’
Herwaha got: ‘’PKK guman ji Rêzan Cawîd hebû, bi taybet piştî rexneyên li PKKê kirin û nedizanî bi çi rêyekî ve wî ji holê rake, ji ber Rêzan digot PJAK siyaseta PKKê ye, lê nabe azadiya biryarê ji wan bê standin. Ji ber wê jî PJAK û PYD û HEDEP naha nîgeranin ji PKKê û dibêjin me azad bikin ku em bikarin siyasetê bikin û ev denge her diçe zêde dibe. Gelek guman hene ku Rêzan Cawîd şandin Rojavayê Kurdistanê. Ji ber Rêzan jî bi dengeke bilind ve digot me azad berdin em siyasetê bikin.’’