Hevdemê derbasbûna werzê zivistanê, azara welatiyan li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji berdewamiya kirîza sotemeniya otomobîlan û germkirinê berdewame.
Kirîza sotemeniyê li Rojava Kurdistanê berdewame, îro jî li pêş westgehên sotemeniyê li bajarê Qamişlo, bi sedan otombîl di noreyên wegirtina mazotê de rawestiyabûn.
Di dîmenên ku çalakvanên ji Rojava Kurdistanê di sosyal medyayê de parve kirine diyar dibe, qerebalixeke zêde li pêş westgehan heye û welatî ji berdewamiya krîzê ku bandor li hemî movikên jiyanê yên sereke kiriye, ne razî ne.
Li gor zanyariyan, rêveberiya PYD’ê sotemeniyê li ser gelek westgehan parve nake û pişka taybet bi her westgehekê kêm kiriye, tevlî vê yekê jî kiwalîtiya mazotê xirabe.
Hevdemê kirîza sotemeniyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, bi sedan tankerên barkirî bi petrol û mazotê, li dergehê başûrê Qamişlo, li bendê ne ku berev navçeyên grûpên çekdar û rêjîma Sûrî biçin.