Di pêngavekê de ku armanc jê dirustkirina fişarê ye li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya PYDê gujmeke mezin ji pereyan li ser ofîsên veguhastin û pevguhartina diravan, sepand.
Jêderên xwecihî ji bajarê Kobanê got: “Rêveberiya PYDê biryarek derbarê nûkirina moleta karê ofîsên veguhastin û pevguhartina diravan de, standiye“.
Serbar kir: “Li gor biryarê, dive her ofîsek 500 hezar dolarên Emerîkî bide Rêveberiya PYDê û piştre dê 425 hezar dolaran li wan vegerîne û dê 75 hezaran weke gerentî li cem xwe bihêle “.
Jêderan got jî: “Her ofîseke ku karê pevguhartina diravan dike, pêwîst e 50 hezar dolarên Emrîkî bide û piştre rêveberya PYDê dê gujmê 42 hezar û 500 dolarî vegerîne, û 7500î weke gerentî li cem xwe bihêle”.
Di sala 2017an de, Rêveberiya PYDê, 5 hezar dolar weke gerentiya darayî, ji xwedanên ofîsên veguhastin û pevguhartina diravan stand, û piştî derbasbûna 6 mehan, dema xwedanên ofîsan daxwaza pereyên xwe kir، rêveberiya PYDê razî nebû li wan vegerîne, û bi tenê bo çend kesekî bi ser xwe ve, vegerandin.