Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokeke din li Helebê revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokeke din li Helebê revand

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ser bi HSD’ê-PKK’ê ve di revandina zarokan de berdewam e, herî dawî keçeke 13 salî ji Helebê revand.

Jêderên taybet dane zanîn: “Roja Pêncşemê 16ê Mijdarê, çekdarên Ciwanên Şoreşger, Estêr Ehmed ji pêş dibistana Selahedîn ya keçan li taxa Şêx Meqsûd revand, û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e”.

Estêr jidayikbûya sala 2009an e û xelka navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Di 8ê Mijdarê de, çeteyên PKK’ê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” keça 13 salî Sebriya Şiyar Misto, ji Şêx Meqsûd revand, û di 11ê mehê de û piştî fişareke ragihandinî serbest hate berdan.

Di Cotmeha bûrî de, çeteyên PKK’ê 5 zarok li bajarên Heleb û Qamişlo revandine:

– Salîn Mehmûd, 14 salî

– Solîn Ibrahîm, 15 salî

– Mîrav Ednan Xaşo, 15

– Sîmêl Zêdan Ismaîl, 14

– Izedîn Bekrî Ne’san, 12 salî.

Tevî ku Mezlûm Kobanê fermandarê HSD’ê di sala 2019an de, rêkeftinek li gel Vêrcîniya Gamba Nûnera NY bo karûbarên zarokan û leşkerkirina wan îmze kiriye, lê  HSD’e di revandina zarokan de berdewam e û bangên kesûkarên wan û çalakvan, siyasetmedar û partiyên Kurdî ji bo bidawîkirina vê diyardeya metrsîdar, piştguh dike.

Pustên heman beş