Baregehên PKKê bi tundî hatin Bombebarankirin

Baregehên çekdarên partiya Karkerên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê îro jî ji hêla dewleta Tirkiyê ve hatin bordomankirin.
Îro roja sêşemî 20/4/2021an topxaneyên Tirkiyê bi tundî baregehên PKKê li devera Gopkî li çiyayê Zinarî û Xarê Sadîn bordomankirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, topxaneyên Tirkiyê îro li demjimêr 8:20 bi tundî baregehên PKKê yên ku dikevin navçeya Gopkî li çiyayê Zinarî û Xarê Sadîn li Bakurê gundê Kêste yê ser bi Kanî Masê ve bordomankirin, her weha eşkere kir di 15 deqeyan de 8 caran baregehên PKKê hatin bordomankirin.