PKK ê ji bo ku êrişî Pêşmerge bike Senaryoyek nû nivîsand

PKK ê ji bo ku êrişî Pêşmerge bike Senaryoyek nû nivîsand

PKK’e rastîyên di qada leşkerî de bi derewên medyayî vedişêre. Vê carê jî Senaryoyek nû li ser endamê Dîwana Serokatiya PDK ê Elî Ewnî û Hêzên Pêşmerge nivîsand.

Ajansa Mezopotamya a PKK’ê ku li Tirkiyê weşanê dike duh senaryoyek derew belavkir. Di vê senaryoya pêkenok a PKKê de Hulisî Akar, Elî Ewnî heta cerdevanên Bakurê Kurdistanê jî cî digirin. Lê medyaya PKK’ê hertim bi zimanên cuda yên malpera xwe derewan dike, ji ber ku şansê gelê Başûrê Kurdistanê ji bo gihandina rastiyê heye.

Çima senaryoya PKK’ê di beşa Soranî de cuda hate weşandin?

Di nûçeya ku di beşên Tirkî yên çapemeniya PKK’ê hatin pêşkêşkirin de gelek nav hatin bilêvkirin. Li gorî vê yekê, Elî Ewnî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser xeta sînor civîneke hevpar li dar xistin û li gorî wê erka Pêşmerge, cerdevan û leşkerên Tirkiyê hatiye diyar kirin. Her wusa, fermandarên pêşmergeyan ên weke Mukkadım Hac, Muhammed Fazil Muhammed û hwd wê, bi artêşa tirk re tevbigerin. Li gorî senaryoya PKK’ê, Pêşmergeyên bi navê Lîwa 4 dê bi temamî ligel artêşa Tirkiyê tevbigerin.

Ma qey we di be ku xelkê Behdînanê ev hemû nebihîstibe?

Herwiha li gorî nûçeyê, di encama êrîşa çekdarên PKK û artêşa Tirk li Bamernê, ku 2 zarok şehîd bibûn. PKK dibêje “di heman bûyerê de 2 Pêşmerge jî hatine kuştin, lê navê wan nehatiye eşkerekirin.”

Lê medyaya PKK’ê ev nûçe di beşa Kurmancî û Soranî de wek nûçeyeke pir kurt parve kir. Ji ber ku ji bo gelê Başûr pir hêsan e ku piştrast bikin ka bûyer rast e an na. Li cîhekî wek Behdînan, ku têkiliyên malbatî û eşîrî pir nêzîk û bi hev ve girêdayî ne, medyaya civakî bi tundî bikar tînin, tiştek veşartî na mîne. Ger 2 pêşmerge jî şehîd biban, ne PDK ê dikarî biveşêre û nejî ti kesek din dikarî veşêre. Herwiha hêza Lîwa 4 ku tê gotin bi artêşa Tirkiyê re tevdigere, ji çend kesan pêk nayê. Lîwa Bi giştî ji 3000 kesan pêk tê. Li gorî medyaya PKK’ê, 3000 Pêşmerge beşdarî operasyona li ser xeta Metîna bûne. Rastiya vê yekê qed nîne. Ne 3000, ger 30 pêşmerge jî li gel dewleta Tirk beşdarî operasyonê bibûna, wê hemû herêma Behdînan bibihîsta.

Erdogan Altanê sicila wî tarî û medya PKK’ê ya bi guman

Yanî nûçeyên ku ji aliyê PKK’ê ve tên servîskirin bi temamî li ser derewan ava bûne. Bi rastî di nûçeyê de îmzaya Erdogan Altan heye ku berê jî vî kesê tarî derewên wiha kiribûn. Sala borî Erdogan Altan nûçeyek bi vê manşetê nivîsîbû: “PDK’ê 70 gundên Behdînanê vala kirin û Afganî û endamên SMO li wir bi cih kirin”, Darka Mazî ev derew îfşa kiribû. Wusa dixuye ku Ajansa Nûçeyan a Mezopatamyayê telîmat ji rêveberîya PKK’ê girtîye ji bo ku zemînekê ji kiryarên provokatîf re amade bike. Tişta balkêş û ecêb  ew e ku Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê û rojnameya Yenî Yaşam ku herî zêde êrişî Herêma Kurdistanê dikin û nûçeyên sexte çêdikin, li Tirkiyê weşanê dikin û dewleta Tirk çi astengî ji wan re dernaxe. Ev yek dide nîşandan ka çapemeniya PKK’ê ji aliyê kî/kê ve tê birêvebirin. Gelek kes dibêjin, “Gelo dewleta Tirk medyaya PKK’ê birêve dibe? Bê guman ev pirse pir di cîh de ye.

PKK’e Ji bo yek nûçya xwe nikare yek delîl peyda bike

Di van 4 salên dawî de PKK’ê bi sedan nûçeyên derew belav kirine ku Pêşmerge û artêşa Tirkiyê bi hev re tevgeriyane. Di van nûçeyên derew da “civînên hevbeş, Pêşmerge bi cil û bergên leşkerî yên Tirkiyê, leşkerên Tirkiyê bi cil û bergên Pêşmerge, operasyona artêşa Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê, çekdarên Daîş ê ku bi cil û bergên Pêşmerge beşdarî operasyonê bûne, helîkopterên Tirkiyê ji cihên weke Qesra Sedam li nêzîkî Duhokê rabûne û êrişî gerîla kirine û hwd…” hatine vegotin. Armanca PKK’ê ku Pêşmerge weke hevpişkê artêşa Tirk nîşan bide ewe ku Pêşmergan şehîd bike û paşê jî bibêje “pêşmerge û leşkerên Tirka nav hev da bûn me nakarî ji hev cûda bikin”

Siyaseta PKK ê ya ku di navbera Kurdan de dijminahîyê ava dike

Yek delîl jî tune ku van nûçeyên PKK’ê rast derxîne. PKK’e nikare yek belge jî pêşkêş bike. PKK’e ji bilî nivîsandina senaryoyeke baş û dubarekirina wê derewê tiştekî din nikare bike. Yê ku herî baş dizane ku ev hemû derew in, gelê Başûrê Kurdistanê bixwe ye. Lê PKK li ser van nîqaşan bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî dike. Divê PKK’e bi van derewên ku kîn û nefretê di nav mala kurdan de çedike eşkere bibe. Lê PKK çûvkê destê dagirkerane û li dijî Herêma Kurdistanê bikar tînin. Yanî di nava refên dijmin de cih girtî ye. Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê heke helwestê nîşan nedin, van derewan teşîr nekin û hesab ji PKK’ê nexwazin, wê PKK bêrawastan dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê neyarîyan bidomîne.

Divê rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê li hember derewên PKK’ê xwedî helwest bin

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî yên ku li herêma Behdînan dijîn, li hember van derewên PKK’ê lawaz in. Ev derewên çapemeniya PKK’ê ji aliyê rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ve biçûk, sivik û bêwate tên dîtin. Bi taybetî ji ber ku zimanê medyaya PKK’ê Tirkî ye, êrîşa çapemeniya PKK’ê ya li ser hemû nirxên Kurdistanî û dîroka Kurdistanê bi tevahî baş nayê dîtin. Ev helwesta pasîf a rewşenbîrên Kurdistanê, rê li ber gotinên PKK’ê yên ku her ku diçe pêtir bêhiş û xweperest û derewan dike, vedike.

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê divê li dijî helwesta PKK’ê ya ku neyarîyê di nav Kurdan de gur dike, helwestê nîşan bidin. Heger PKK bi wêrekî derewan dike û dibêje “5000 endamên Daîş ê bi cilûbergên Pêşmerge beşdarî operasyona devera Şêladizê bûne” divê hesap ji  rewşenbîr û rojnamevanên Behdînan berpirs in. Ger 10 rewşenbîr û çend rojnamevan biçin Şêladizê û bêjin hoo PKK’e kanê ew 5000 Daîş î? Heger wan daxuyanî bidaya, wê demê PKK’e jî da lingê xwe li gorî berka bavê xwe dirêj ket. Du dezgehên çapemeniyê ev derewa PKK’ê şopandiba û li kolanên Şêladizê ji raya giştî bipirsa, “gelo we 5000 endamên Daîş ê dîtin e?” Eger wisa bikira, wê PKK nikariba ewqas êrîşkar tevbigerî ya.

Tişta ku wê siyaseta PKK’ê ya dijminatiya kurdan ava dike û nûçeyên sexte bide sekinandin, rewşenbîrên Kurd û medyaya kurd e.