Tirkiyê Efrîn topbaran kir: 2 Kesan jiyana xwe ji dest da

Tirkiyeyê gundê Bênê yê nahyeya Şêrawa ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir, di vê topbaranê de du kesan jyana xwe ji dest dan.
Rêxistina mafên mirovan ya Efrîn-Sûryê ragehand ku Tirkiyeyê êvara duşemê gundê Bênê topbaran kirbû û bêhtir ji 10 topan li gundê Bênê dan bûn.
Bi sedema vê topbaranê, welatiyekî bi navê Ciwan Izzet Eswed jiyana xwe ji dest da, Ciwan 36 salî bû û babê 5 zarokan bû.
Li gorî rêxistina mafên mirovan, welatiyê bi navê Ednan Îso Kito jî ku jiyê wî 39 salin birîndare û birînên wî giranin.
Rêxistina mafên mirovan ya Efrînê aşkere kir, her di vê topbaranê de leşkerekî Sûryeyê jî hat kuştin.