Çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger zarokekî” din revandin

Ciwanên Şoreşger -Ehmed-pkk-hsd-sdf-qsd-info

Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger, zarokekî din yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê revandin û ji bo binkeyên perwerdehîya leşkirî birin.

Tora Sûryeyê ya mafên mirovan ragihand, rêxistina Ciwanên Şoreşger zarokekî din bi navê Ehmed Nûrî Ebo ji taxa Şêxmeqsûd ya Helebê revandin û bo binkeyên perwerdehîya leşkirî birin ji bo ku were çekdar kirin.

Destinîşan kir, ev zarok li roja 9 Sibata îsal 2025ê hatiye revandin û ev 10 rojin çarenûsa wî nediyar e.

Tora Sûryeyê ya mafên mirovan dibêje, li gorî amarên di destê wan de, 413 zarok niha di bingehên meşq û perwerdehiyê yên HSDê de ne û ew niha weke çekdar tên amade kirin.