Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 14 salî li Kobanê revand

Çeteyên PKK’ê "Ciwanên Şoreşger" keçeke 14 salî li Kobanê revand

Rêxistina çeteyan ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) keçeke temen biçûk ji gundewarê Kobanê bi armanca leşkerkirina wê revand.

Li gor agahiyan, di roja 16/4/2025an de çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” li gundê Qirquy Tehtanî yê ser bi bajarokê Kobanê keçeke temen 14 salî ya bi navê Rojîn Ezzedîn Ehmed bi armanca leşkerkirina bi zorê revandiye.

Agahî didin xuyakirin ku ev keça temen biçûk dema ji dibistanê vedigerî mala xwe, di rê de ji aliyê çeteyên PKK’ê ve hatiye revandin.

Tê zanîn fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de ligel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekbûyî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.