Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokek din revandin

Îro roja Şemî 03.05.2025an çavkaniyekî li Rojavayê Kurdistanê aşkera kir, çekdarên PKKê li bakurê bajarê Hesekê ciwanekî din revandin.
Heman çavkaniyê eşkere kir, rêxistina çeteyan a bi navê ‘’Ciwanên Şoreşger’’ ku grûpeke ser bi PKKê ye li Rojavayê Kurdistanê, ciwanekî din ê bi navê Ehmed Welat Mihemed, ku 14 saliye, li bajarokê Dirbesiye ya li bakurê bajarê Hesekê revandin û armanc jî dixwazin di nav rêzên PKKê de bikin çekdar.
Herçend danûstandinên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta demkî ya Sûriyê de biryar hatiye dayîn ku HSD bikeve nav artêşa Sûriyê, lê çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê, di meha borî de bi dehan xort û keçên nûciwan revandine û armanc jî dixwazin bikin çekdar. Li hember vê yekê gelek bertek û nerazîbûn hene, bi taybet jî kesûkarên wan zarokan gelke bertekên tund diyar dikin û daxwaz dikin zarokên wan bên wegerandin.
Her wiha Tê zanîn fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanî di sala 2019an de ligel Vêrcînya Gamba nûnera NY bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.