PKK’e û îstixbarata Îranê dixwazin senaryoya Rojava li Rojhilatê Kurdistanê jî dubare bikin

PKK’e û îstixbarata Îranê dixwazin senaryoya Rojava li Rojhilatê Kurdistanê jî dubare bikin

Di roja 13ê Hezîrana 2025an de, Îsraîlê di bin navê operasyona “Rabûna Şêr” ji nişkave êrîşî ser dezgehên mûşekî û atomî yên Îranê kir, di bersiva van êrîşan de jî Îranê operasyona “Soza Rast 3” da destpêkirin û bi mûşekên balistîk û dronan êrîş birin ser Îsraîlê, ev pevçûn her ku diçe germtir dibin û nayê zanîn ka wê kengî ev rewş bi dawî were.

Bi operasyona Îsraîlê ya li dijî Îranê re, rewşa navxwe ya Îranê gelekî têk çû, rejîma Îranê hema bêje nêzî jinavçûnê bûye, Îsraîlê asmanê Îranê kontrol kiriye û weke ew dixwaze bikar tîne, balafir û dronên Îsraîlê weke ku li welatê xwe bin bi heman awayî li asmanê Îranê difirin û armancên xwe hedef digirin. Piraniya berpirsên payebilind yên supayê pasdarên îranê hatin kuştin, gelê Tehranê ji boy parastina jiyana xwe neçar man ji bajêr derkevin, benkên Îranê nema bikarbin xizmetguzariyan pêşkêşî gel bikin, nan, mazot û derman bi hêsanî bi dest xelkê nakevin û hwd… Anku Îran bi temamî hatiye lawazkirin û tê payîn rejîma Îranê jî weke rejîma Esed yek çarenivîs tecrûbe bike.

Di vê demê de ku her kes li benda hilweşandina rejîma Îranê ye, PKK’e û baskê wê ê Rojhilatê Kurdistanê weke hercar berevajî daxwazî û berjewendiyên gelê kurd tev digere û bi îstixbarata Îranê re mijûlî hevdîtinên nihênî ye û tê gotin îstixbarata Îranê û PKK’ê-PJAK’ê lihev kiriye ku heger rewşa îranê zêdetir xerab bibe, heman senaryoya rojavayê Kurdistanê anku radestkirina Rojhilat bi PKK’ê cîbicî bikin, lê belê heyanî niha biryara dawiyê nehatiye dayîn ka ev senaryo wê kengî û bi çi awa were encamdayîn, ji ber ku hêjan Îran bi fikare bi rêya danûstandinan bi Amerîka û Îsraîlê re vê krîzê derbas bike.

Bi destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê di sala 2012an de, kurdan jî weke tev gelên din yên li Sûriyeyê jiyan dikin xwest tevlî şoreşê bibin û bi vê yekê azadiya xwe bi dest bixin, lê belê kurd her di zû de hatin bêdeng kirin û perçiqandin. Aliyê ku rê nedaye kurd bi mafên xwe yên netewî şad bibin ne rejêm bû belku PKK’e bû, PKK’ê li gorî lihevhatinekê ku di bin serpereştiya Îranê de hat encamdayîn, bi damezrandina Partiya Yekîtîya Demokratîk PYD’ê şerê bi wekalet ji boy rejîma Esed da destpêkirin.

Li gorî vê lihev hatinê, hikûmeta Sûriyeyê ji PYD’ê xwest, parastina Bakurê Sûriyê erka wan be. PYD’ê yekemcar kurdên nerazî yên ku di gotin “Al-Şaab norîd îsqat Al-nizam” tepisandin piştre berjewendiyên rejîma Esed li Rojava parastin, ango “şerekî bi wekalet” pêş rejîmê ve meşand, PKK’e niha jî dixwaze bi rêya PJAK’ê heman senaryo li Rojhilatê Kurdistanê dubare bike û lihevhatina destpêkê di navbera PKK’ê û îstixbarata Îranê de hatiye kirin.

PKK’e bûye darê di destê dijminên kurdan de, her dijminekî kurdan ku bixwaze bi rêya kurdan bi xwe kurdan bitepisîne, PKK’ê bikar tîne.