Reuters: Îranê berî êrîşa Amerîkayê uranyûma xwe veguhestiye

Çavkaniyeke Îranî ji ajansa Reutersê re got, “Berî êrîşa Amerîkayê li ser dezgehên atomî, me piraniya uranyûma pîtandî ji dezgeha Fordoyê bo cihekî veşartî veguhestibû.”
Şiroveker dibêjin, “Êrîşa li ser dezgeha Fordoyê nîşana şiyanên hewalgirî û teknolojîya pêşketî ye, ji ber ku Îranîyan xeta xwe ya bergiriyê ji ber ihtîmala êrîşeke li ser dezgehên din ên atomî xurt kiriye.”
Du berpirsên payebilind ên Pentagonê ji kanala CBS Newsê re ragihandiye ku, sê balafirên B-2 yên Amerîkayî êrîşî dezgeha atomî ya Fordoyê kiriye, ku di bin çiyayekî ve bi kûrahiya nêzîkî 300 pêyan anku 90 metran hatibû çêkirin.