Îbrahîm Kalin û Mistefa Qarasû ji Îmraliyê bi hev re vegeriyan, dê PKK e çekan deyne?

Dewleta Tirk navê pêvajoyê kiriye “Tirkiyeya bê teror” û di projeya ku ji gel veşartî tê meşandin gihîştîye qonaxeke nû. Hevdîtinên di navbera Îmralî û MİT ê de bi awayekî ji gel veşartî tên kirin. Ji ber vê yekê jî gelek mijarên derbarê vê babetê de di nav gel de bi guman tên pêşwazîkirin. Herî dawî jî mijara çarenûsa Mistefa Qarasû gel pê mijîl kiribû. Lê di 1 ê Tîrmehê de tiştek balkêş qewimî û Mistefa Qarasû ku endamê koma Enqere ya PKK ê ye û Îbrahîm Kalin heman demê li Başûrê Kurdistanê xuya bûn.
Darka Mazî çarenûsa Qarasû eşkere kiribû?
Mistefa Qarasû ku yek ji endamên koma Enqere ya PKK ê ye, li Kongreya PKK ê ya ku di meha Gulanê de hatibû kirin beşdar ne bû û li ser vê yekê di nav gel de nîqaşeka bi awayê “Mistefa Qarasû li ku derê ye?” dest pê kiribû. PKK bi awayekî zanebûn xeberekî wekî “Qarasû hat kuştin” belav kiribû. Di gelek medyayên Kurdî de jî derbarê vê mijarê de haber hatibûn kirin. Çavkaniyên Darka Mazî di 3 ê Hezîranê de lêkolîneka ku derbarê vê mijarê de kiribû bi gel re parve kiribû û diyar kiribû ku Qarasû ji demekê dirêj e li Rojava ye û dibe ku çûbe Îmraliyê.
Qarasû û Kalın li Kargeha MİT ê ya li Îmraliyê pêkve bûn..?
Duh yanî di 1 ê Tîrmehê de derbarê vê mijarê de pêk ve gelek pêşketin hatin jîyan. Demjimêra van bûyeran jî pir balkêş bû.
Rojnamevan Ehmet Nesîn ragihandinek derbarê wê ku Mistefa Qarasû li Îmraliyê ye weşand. Ehmet Nesîn kesekî ye ku têkiliyeka nêzîk bi medyaya PKK ê ya li Ewropayê re heye. Ehmet Nesîn jî diyar kir ku vê agahiye ji Yavuz Ozcan girtiye. Ozcan yek ji navên kevn ên medyaya PKK ê ye. Yanî PKK bi awayekî zanebûnî xebera ku Qarasû li Îmraliyê ye, belavî medyayê kiribû.
PKK di vê de dixwest du tişt bike: Yekem, ji ber ku pêvajo pêşve naçe, bêbaweriyek di nav girse û endamên xwe de hebû dixwest vê rakin. Ya Duyem jî, bi belavkirina vê agahiyê dixwest ji dewletê ku destê xwe bilez bigire.
Duh yanî di 1 ê Tîrmehê de hat diyarkirin ku Mistefa Qarasû îro dê beşdarî kanalê bi navê Medya Haber ku bi Tirkî weşanê dike ya PKK ê bibe. Demjimêr û hevhatina hin bûyeran pir balkêş bû. Ji ber ku Mistefa Qarasû ji nêzî sê mehan ve li cihê xwe ne bû, tam di rojên ku xeberên weke ku komeka PKK dê çek dane, xuya bibû. Duyem jî heman roj xeberê ku Serokê MİT ê Îbrahîm Kalin jî li Hewlêrê ye hat bihîstin.
Tê xuya kirin ku Kalın û Qarasû bi awayekî hevbeş tevdigerin. Û gelek çavkaniyên nêzî PKK ê diyar dikin ku li Biryargeha MİT ê ya li Îmraliyê hin kadroyên PKK ê wekî Mustafa Karasu, Besê Erzincan û Elif Pazarcik jî cih digirin. Yanî Îbrahîm Kalin Qarasû ji Îmraliyê anî û ew şandin cem rêvebirên din ên PKK ê. Hinek doranên PKK ê dibêjin “Mistefa Qarasû berî du salan ji Silêmaniyê bi garantiya Îranê firok rakir û diçû Tehranê, niha bi garantiya Tirkiyê digere.”
Dê komeka PKK ê xwe bêçek bike?
Hin çavkaniyên medyayê xeberên wê ku PKK îro dê xwe bêçek bike belav kirin. Li gorî van çavkaniyan komeka PKK î dê çek berde. Û reyagiştî jî van çend rojên dawî li ser vê xeberê nîqaş dike. Yanî danîna çekan ji aliyê van koman ve, paşê vegera wan ber bi kampên xwe ve, agahîyekî sansasyonel e.
Ji ber ku di bingeh de li Îmraliyê hemû rêkeftin hatine kirin û Ocalan qebûl kiriye ku PKK li gor rewşa nû ya herêmê li ser bingeha berjewendiyên Tirkiyê xwe biguherîne. Di nameya Ocalan a 27 ê Şibatê de “em ji bo Kurdan tiştek naxwazin” helwest teslîmbûneka bê şert û merc e. Gava wiha teslîmbûneka stratejîk a mezin û rêkeftineka bûyina beşeka dewleta Tirk heye, hemû meseleyên din teferruat in. Gava ku Qarasû dikare bi firokê here Îmraliyê, wê demê nimayişa ku çend şervanên belengaz û ji dinyayê bêagahî li Silêmaniyê dê bikin jî bê wate ye.
Ji aliyekî xeberên ku dewlet û ji aliyê din PKK carna belav dikin ji bo ku nabza reyagiştî bigirin û rojevê kontrol bikin bi zanebûn belav dikin. Ya herî rast ew e ku Kurd zêdetir li ser pirsên wekî “PKK çi qezenc kir ku xwe belav dike, Ocalan li gorî çi şerta rêxistin teslîm kir” bisekinin.