Ocalan bi Tirkiyeyek nû ducanî ye!

Di 9î Tîrmehê de peyama vîdeoyî ya Evdilla Ocalan ya derbarê pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” û çek danîna çaverêkirî ya PKKê hat parvekirin, di vê vîdeoyê de Ocalan careke din tekezî li ser çek danîn û hilweşandina PKKê kir, tevî ku çavkaniyên nêzîkî PKKê ji bo vîdeoya Ocalan pesnên wekî “Vîdeoyeka dîrokî ji bo serdemek dîrokî” bi kar anîne jî, lê belê di axaftina Ocalan de tiştekî nû nebû, yekane tişta nû di vê vîdeoyê de heyî ev bû ku gelek derewên PKKê eşkere bûn û ev yek di sosyal medyayê de bû cihê nîqaşê.
Di yekem roja vegera Ocalan bo Tirkiyeyê di 15 Sibata 1999an de, PKKê bi hemû hêza xwe ya medyayî hewilda ku Ocalan weke Mandelayê kurdan bide nasandin, her roj di medyaya xwe de nûçeyên sexte parve dikirin û di ragihand, “Ocalan di bin eşkence û tecrîdê de ye” her wiha digo, “Ocalan rastî jehrîkirinê hatiye” û hwd… Bi vê yekê jî dixwest rastiya vegera Ocalan ji boy Tirkiyeyê weke “şêwirmendekî dewletê” veşêre, lê piştî derbasbûna 26 salan û bi yek vîdeo hemû derew û propagandayên PKKê weke peqên ser av lêhatin û her tişt îfşa bû.
Vîdeoya Ocalan bi zelalî eşkere kir ku tev nûçeyên PKKê yên ku têde digo, Ocalan di bin tecrîdê de ye tenê derewek bû ku ji bo cemawerî dihat gotin û Ocalan çi caran di bin tecrîdê de nebû. Vê vîdeoyê eşkere kir ku Ocalan ne girtiyê dewletê ye û di zindanê de niye, belku ji sala 1999an ve şêwirmendiya dewleta Tirk dike. Di hemû hevdîtinên Ocalan yên nivîskî û yên ku em dikarin bigihîjinê de ji sala 1999an vir ve, Ocalan li ser gelek mijaran wek “dewletên Rojavayî dixwazin dewleteke kurd ya navendî li Hewlêrê ava bikin, Europa dixwaze kurd xurt bibin; hûn (Tirk) kurdan bigrin û bibin hakimê cîhanê; neteweperweriya kurdî xeternak e; dixwazin Tirkiyeyê biçûk bikin û sînoran biguherînin, dewlet min erkdar bike ezê asteng bikim” dewleta Tirk li ser mijarên bo wê xeter hişyar kir. Mijara tecrîda Ocalan tenê gavek bû ku hatiye avêtin ji bo şêwirmendiya wî ya ji bo dewleta Tirk were veşartin û dema pêwîst be wek pêşengekî mexdûr û serbilind li pêşiya kurdan were pêşkêşkirin.
Her ev jî hat kirin, Tirkiye û PKKe karîn bi planek hevbeş Ocalan weke kesekî mexdûr û serbilind li pêşiya kurdan deynin û her tiştê ku Tirk dixwazin bi rêya wî cîbicî bikin.
PKKê bi rêya çapemeniya xwe kariye çavên alîgirên xwe li hember rastiyan tarî bike, rojane bi parvekirina nûçeyên derew gelê kurd bi giştî û alîgirên xwe bi taybetî manîpule dike, PKKe di vê mijarê da bi awayekî şehrezaye ku kariye tev helwest û daxuyanî û gotinên rêberê xwe yên li dijî Kurdistanê û di berjewendiya dewleta dagirker a Tirkiyê de jî ji bîra wan bibe û wisa bi wan bide bawer kirin ku “Ocalan” bi axaftinên xwe siyasetê dike û kurdan diparêze, lê rastî berevajî vê yekê ye, Ocalan ne bi tenê kurdan naparêze, belku wan dike qurbanî ji boy parastina sînorên niha yên Tirkiyeyê.
Weke dixuye Tirkiyeyê rola siwarên Hemîdiyê bi PKKê daye û dixwaze bi rêya Ocalan û PKKê sînorên xwe berfirehtir bike, weke çawa di Mîsaqa Millî ya Tirkiyê de ev sînor hatine xêzkirin.
Tişta em dixwazin bibêjin eve, weke di vîdeoyê de jî bi zelalî dixuye, ji Ocalan bixwe diyar dibe ku ew ti carî di bin îşkence û tecrîdê de nebûye, belku her tim weke mêhvanekî rêzdar li Îmraliyê ji boy xizmetên ew pêşkêşî dewletê dike rêz li wî hatiye girtin û bi başî xizmeta wî hatiye kirin, loma wisa zikê wî mezin bûye û rûyên wî geş bûne, ger ne bi vî awa be, gelo çima ewqas qelew bûye? Çima ti yek ji zindaniyên zindana Amedê weke Ocalan qelew nebûn?!!
Mijara mezinbûna zikê Ocalan di sosyal Medyayê de jî pirr hat nîqaş kirin û gelek kesan henekên xwe pê kirin, lê belê ev zik mezinîya Ocalan ne bi tenê ji ber baş xizmetkirina wî ji aliyê dewleta Tirk li Îmraliyê ye, belku Ocalan niha bi Tirkiye yek nû ku hemû sînorên Mîsaqa Millî bi xwe ve digire re ducanî ye!