Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «1»

Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «1»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran û ji wan mijaran jî rewşa tendirustiya Sirri Sûreya Onder kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danustandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.

Ev endamê şanda demê dibêje, piştî kontroleke rûtîn li ber deriyê girtîgehê, em ketin odeya rêveberê girtîgehê, piştî ku em 5 deqeyan li wir man, piştre em çûn hola civînê. Dema em çûn hêjan serok “Ocalan” nehatibû, bi gelemperî serok berî me dihat holê û pêşwaziya me dikir, lê vê carê wisa nebû. Piştî demek kurt em li holê man, serok hat, paş ku li halê me pirsî li ser cîhê xwe rûnişt.

Ev endamê şanda demê ku nexwest navê wî were eşkere kirin dibêje, piştî hatina serok Ocalan danûstandina me bi vî awa dest pê kir:

Serok: me 12 salan bi Sirri Sûreyya Onder re xebitî, gelo ewê sax bimîne?

Perevin Buldan: înşallah.

Serok: rewşa wî ya niha çawa ye?

Previn Buldan: rewşa wî wekî xwe maye, xeterî li ser jîyana wî maye, pizîşk dibêjn, ku gelek pirsgirêkên dilê wî tune ne, lê em nikarin tiştekî li ser mejiyê wî bibêjin, pirr bi lezgînî ew birin nexweşxaneyê û ew birin nexweşxaneyê û emeliyata acîl lê hat kirin.

Serok: min behsa gumanekê kir, ev bûyer bi salvegera bûyera Ozal re hevdeme, Ozal jî ji ber dilê xwe mir. Pir ecêbe ketina wan jî dişibhe hev, wê demê li ba we bû?

Buldan: wê demê çûbû serdana Dogu Perinçek û dû re bi hevalekî xwe re vegeryabû malê, hevalekî wî li malê bi wê re bû û ji nişka ve rewşa wî xerab bû, wî bi xwe daxwaz ji hevalê xwe kiriye telefona hewarhatinê 155 bike.

Serok: ger 10 deqîqe dereng bimaya ew da canê xwe ji dest bide, mîna bûyera Turgot Ozale û ev cîhê pirsê ye ji min re. Ez meraq dikim gelo hin beşên din ên laşê wî xerab bûn? Ti têkiliya vê yekê bi xera bûna organên din yên laşê wî re tuneye?

Perevin Buldan: na, serokê min, di testa xwînêya yekem de li pey jehrîbûna wî gerîyan, lê tiştî wisa tunebû.

Serok: gelo berê krîza dil derbas kiriye?

Perevin Buldan: na, lê pirsgirêkek wî bi demara Aorta re hebû, ev demara wî mezin bûbû.

Serok: ji xwe rayedaran ev dizanîbûn, derbasî be, em çi bêjin, bi rastî min dixwest bi wî re biaxivim, nexweşiya wî zû bû, pirsgirêka li vir eve ku dem, şert û merc û derfetên we tune ne, weke ku me dixwest em nekarîn biaxivîn. Giringiya Sirri Sûreyya ev bû ku Tirkmen bû û xwedî kesatiyeke pirr baş bû, û bi xebata xwe bandoreke baş li civakê kiribû, tirsên di nava civakê û di nava parlementoyê de şikandibû, ya ku basî çanda Anadoluyê dikîn eve. Aştî her eve, çanda Anadoluyê bi çanda Tirkmeniyê re bi hevre hilgirtin, ew kesayetiyek wisa bû, ji çanda Baba Îshaq dihat, naveroka Tirkmenê rasteqîn ev bû, baştirîn nasnameya aştiyê, çanda baştirîn aştiyê li dijî çanda dijmin kirina bi darê zorê û netewperestiyê ye. Sedema mina sereke ev bû ku ez bêjim divê em vê bûyerê lêkolîn bikin, ez dibînim ku gelek kes diçin ba wî û rêzê li wî digirin û rêz girtina li têkoşîna wî bi encam gihandina hewildanên wîyên ji bo aştiyêye û ez tenê vê yekê hêvî dikim. Hûn dikarin peyama min bi nivîskî an devkî bigihînin wî?

Pervin Buldan: na serok, ew hêjan bêhişe. Dema ku hat ser hişê xwe, emê peyama we bi wî ragihînin.

Serok: Başe min fêm kir.

Pervin Buldan: me serdana Serokkomar kir. Ez û Sirri bi hev re çûn cem serokkomar. Hevdîtinek baş bû û me peyamên we gihandin. Me li ser mafê hêviyê, rewşa girtiyên nexweş, guhertinên di qanûna ceza de û gelek mijarên din axivî. Hewlesta wî pirr baş bû û tekezî li ser piştevaniya xwe ji boy pêvajoyê kir, pirr bi hurgilî axaftinên me guhdarî kir û ferman li Efqan Alay û Îbrahîm Kalin kir ku raporek berfireh li ser hevdîtinên me amade bikin û tekez kir ku diyaloga me dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan berdewam bike û emê piştî kongreyê gavên bileztir bavêjin.

Serok: rê vekirîye, destê Erdogan jî vekirîye, pêşbîniya min jî eve, Ozal jî wisa bû, serokkomar bû, dema serokkomar wisa dibêje yên ku bi navê dewletê dixebitin şer gor dikin, gelo tiştek wisa dibe? Divê ciddî û semîmî bî, ti asteng li pêşiya serokê dewletê tuneye, divê pratîka we hebe, hincetên wekî pirsgirêkên teknîkî nayên qebûlkirin, ez muxalefetim û ez rêzê li wî digirim, çima hûn wek dewlet rêzê li serokkomar nagirin?

 “Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”