Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «2»

Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «2»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran û ji wan mijaran jî rewşa tendirustiya Sirri Sûreya Onder kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danustandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.

Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:

Pervîn Buldan: Em fêm dikin ku ew mafê hêviyê baş fam nakin, çarçoveya vî mafî pir fêm nakin, Sirrî pirr bi berfirehî basî hebûna biryara dadgeha mafên mirovan a Ewropayê di vê derbarê de kir, û tekez kir ku divê tev welatên endam di konseya Ewropayê de pabendî vê biryarê bibin, me behis kir ku Hakan Fidan berê haydarî vê mijarê bûye, hûn dikarin ji Hakan Fidan agahîyan bistînin, bi hejandina serê xwe ev qebûl kir.

Serok: Ev tişt nabe, ya ku Baxçelî jî qala wê dikir ev bû, Baxçelî ev kiribû rojev, ev pêvajoya ku em li vir pêşkêş dikin ji fesix kirinê bigire heya digihe Îranê, Îraq û Ewropayê pêşniyarên pratîkî hene û pêvajo pêvajoyeke wisa ye, ji ber vê yekê mafê hêviyê niha çênabe û piştî van gavan dê were nîqaşkirin, min jî destpêkê gotibû ku mafê hêviyê di nav hefteyekê de wê were bicîhanîn, ev xeletî bû, ji boy proseyên bi vî awa divê em micid bin, demek dirêj dihat gotin ku helwesta Ocalan dê çarenûsa pêvajoyê diyar bike, ev raste û pir giringe ji ber ku ev berê hatiye cerbandin, gelek kesên mîna Sebrî, Selahattîn hatin cerbandin, amûrên xelet bikaranîbûn ji ber vê yekê serkeftî nebûn. Îbrahîm “mebestê wî: Îbrahîm Kalin” got ev kilîda şaşe, ev pirr giringe, bi rastî destnîşankirina kilîda rast pirr giringe, şanda we û şandeyên din tên û diçin, bi başî dixebitin, dema ku hûn bi wezareta Dadê re hevdîtin bikin, divê em lez nekin di rojevkirina mijarên qanûnî de, ji boy mînak meseleya qeyûman, ger we ew çareser kiribana qeyûm nedihatin danîn, CHP’e jî nediket, desthilata Demê li ser mijara qeyûm tune ye, xwasteka desthilatê jî ji boy ji kar dûrxistina qeyûman tune ye, ji ber vê yekê hûn niha nikarin vê çareser bikin. Mafê hêviyê jî bi vî awaye, tiştê ku Baxçelî got îfadeya raman û niyeta paqij e, ji ber vê yekê nabe em jî bikevin nava xeyalan de, evê bibe pîvanek ji azadî û rizgariyê re, ev rewşa zindanan, rewşa qeyûman û yên li Ewropayê jî bi xwe ve digire, ku ev bû rastî dû re ewê bifikirin ka çarçoveya qanûnî wê çawa be. Di derbara qeyûmê Diyarbekirê, ez hêrs bûm û got ku hûn dixwazin em şer bikin, niha jî daxwaza kongreyê dikin, lê bombebaran û êrîşên wan berdewam dikin. Roja berê min ev ji Hakan Fidan re gotin, min got mehekê bisekinîne bizanibe emê çi bikin. Şand dê werin vir û emê li ser nîqaş bikin û kar li ser demokratîkbûnek kurdî bikin. Min xwe xistiye nava qadê de, ev 52 sal û yek mehe, îro bû mehek, dawî Serhildana kurdan min kir, peyva dawî Serhildana kurdî ji aliyê Demîrel hatiye bikaranîn, di serdema Ozal de PKK’ê û dewletê ev fêm kir ku şer ti mifayekî nagihîne her du aliyan, min ev yek bi Hakan Fidan re jî nîqaş kir, min got ku êdî pêwîstî bi vê yekê tune ye û wê dawiyê pê bînîn, yên ku digotin wê dawiyê pê bînîn yan xayînên welatin yan bi rastî çavên wan korin û nabînin.

Îsraîl 30 salin bi me re hewl dide, û bi nihênî soza dewletekê dide me. Bi rêya rojnameya Sozcû dijminatiyeke baş li dijî kurdan tê kirin, êrîşî ser wan jin, zarok û kesên ku ji bo min çûne Xelfetiyê (gundê Ocalan) dike. Bi rêya vê rojnameyê xebat tê kirin da ku dijminatî pêş bikeve û dijminatiyê zêde bike, û dibêjin lê binêrin Îsraîlê soza dewletê bi wan daye.

Ji boy zindî hiştina vê dijminatiyê rojnameya Sozcû baştirîn amûre û ew Ataturk bikar tînin, ev amûreke.

Rayedarek: Basî vê yekê hatiye kirin ku dema Sirrî li nexweşxaneyê bû, komek ji Ulku Ocaglar çûn nexweşxaneyê da ku xwînê bidin, Perinçek daxuyanî da, Perinçek got: em piştgiriyê didin rêxistinên kurdên 1978an, ev pêşketinên baş in û ev tê wê wateyê ku ew jî li rojnameya Sozcû nanêrin.

Serok: Erê, ez fêm dikim ji boy rewşa navxwe ya CHP’ê jî hûn dibêjin gendelî ye, lê ez wisa nafikirim, rojev kirina CHP’ê di vê rewşê de xwepêşandanên Gezî li bîra min anîn, wisa tê fikirîn ku destên derve li pişt bûyerên Gezêda hene. Rayedarekî ji min re got tu wisa difikirî, minjî got erê, wî rayedarî bi hejandina serê xwe axaftina min pejirand û got: belê wan dest hebû, lê ev dest pir lawaz bûn, di 15ê Tîrmehê de jî wisa bûn, ez dizanim çawa Ozal, fermande Bitlîs hatin kuştin, ji ber vê yekê min di salvegera mirina Ozal de peyamek şand û min tekezî li ser pabendbûna bi bîranînên wî kir, nabe ew tiştê bi ser Ozal de hatîn werin jibîr kirin. Hevpeyvîneke bi min re di rojnameyekê de hate weşandin, ji ber vê yekê êrîşî Ozal hate kirin, Mihemed Elî Bîrand hevpeyvînek bi min re kiribû û Ozal ji Bîrand re gotibû ku tu ez şewitandim.

 “Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”

Didome..