Nameyek ji gerîlayekî dêrîn bo PKK ê: Ez heqê xwe ji we helal nakim…

Di 11ê Tîrmehê de, 30 gerîlayan çekên xwe şewitandin. Ez bi xwe gerîlayekî dêrîn im. Min jî ew çekên hatî şewitandin tam 20 sala hilgirt. Û dema ku gerîla ji wê şikeftê daketin, bîranînên min li ber çavên min weke filmekê bihorîn. Û ez dixwazim hestên ku ez îro dijîm bi vê nameyê vebêjim.

Min ev nameye li ser navê nifşê salên 1990î yên bêgor nivîsandî ye.

Min ev nameye ji bo malbatên ku di şerê 41 salan de bedel dane û perçe-parçe bûne nivîsandî ye.

Min ev nameye ji bo yên êşkişandî û xwedî ked ka dê heqê xwe ji kê helal bikin û ji kê re helal nakin nivîsandî ye.

Ez heqê xwe li gelê Kurdistanê, ji hevsengerên xwe, hemû cangorîyan û yên ku hîn jî di dilê wan de baweriya Kurdistana azad û serbixwe heyî Helal dikim. Lêbelê, ez heqê xwe ji wan kesên ku rêya ku me ji bo Kurdistana azad-Serbixwe vekiriye ber bi “mezinbûna komara Tirkiyeyê û parastina sînorên Peymana Lozanê” ve diguherînin Helal nakim. Ez heqê xwe li Ocalan jî helal nakim.

Piştî salên 1990î, sê nifşên ciwanên Kurdan ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe tevlî PKK ê bûn. Ez yek ji wan bûm. Min ciwaniya xwe, dibistana xwe, dayika xwe ya ku bi evîna wê ez dimirim, malbata xwe û qîza ku min ewqas jê hez dikir li dû xwe hişt.

Nifşê min strana “Kîne Em- Kurdin Em” ya Şivan Perwer distira ku me bi dizî ve guhdarî dikir û me jê hez kir.

Em bi guhdarîya çîrokên berxwedana li dijî îşkenceya di zindanên Diyarbekirê de mezin bûn. Em bûn şahidhalê jenosîda Helebçeyê di sala 1988 an de û em bûn şahidhalê Raperîna Mezin a 1991 a gelê Başûrê Kurdistanê. Ku weke babelîzkekê bandora xwe li tevahî Kurdistanê kiri bû. Bi wê hêrsê, me di sala 1992 an de li dijî panzer-zirîpoş û guleyan bi dirûşmên “Bijî Kurdistan, bimre koledar” dest bi xebatê kir. Dema ku me dest bi zanîngehê kirî, me di xwepêşandanên dibistanan de bi strana “wê bîne wê bîne, PKK wê ji mere dewletê bîne” distira û bêtirs me tifî rûyê dijmin dikir. Û di dawiyê de bi van hesta, em tevlî PKK ê bûn.

Me qet wêneyekî Ocalan jî nedîtibû. Em ji bo Kurdistanê tevlî PKK ê bûn. Di perwerdehiya me de, ji me re hat gotin ku Ocalan yekane welatparêzê dîroka Kurdistanê ye. Li gorî perwerdehiyê, Şêx Seîd sixûr bû, Qazî Muhammed belengaz bû, û Mele Mistefa Barzanî ji bo Îsraîlê dixebitî. Em matmayî man, me digot ev PKK ya mezin li me derewan nake loma jî em bêdeng diman.

Di sala 1995 an de, em hatin Başûrê Kurdistanê. Ji me hat xwestin ku em li dijî baregeheke Pêşmerge çalakî bikin. Me got, “Ew jî Kurd in, ew nû ji zilma Sedam rizgarbûne.” Ji me re hat gotin, “Hûn nizanin, ew paşverûne, Ew dewletek serbixwe ya Kurdî naxwazin; ew otonomiyek piçûk dixwazin. Heya ku em wan tune nekin, Kurdistan nayê damezrandin.”

Ji me hat xwestin ku em herin Barzan û gundan bişewitînin. Hevalekî min pirsî, “Em çima van Barzaniyan, yên ji Enfalê sax mayî, dikujin?” Lê ferman dijwarbû, ji ber vê yekê me ew gund şewitandin.

Di sala 1999 an de, me bihîst ku Ocalan birine Tirkiyeyê. Bê guman, Ocalan dê li ser xeta bindestan li ber xwe bidaya. Lê Ocalan got, “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe ya Tirk bikim.”  Ocalan bi qasî misqalek wêrekiya ku jinên ciwan ên ku xwe teqandin nîşan neda. Vê care jî, ji me re hat gotin, “Hûn fêm nakin; serok bi awayê klasîk li ber xwe nade.”

Di sala 1999 an de, gerîlayên Bakurê Kurdistanê bi fermana Ocalan bê amadekarî hatin Başûr. Bi sedan hevalên min li kêleka min şehîd bûn.

Di sala 2000 an de, ji me re hat gotin ku em ê “bi Pêşmergeyên YNK ê re şer bikin”. Ji ber ku Ocalan dixwest ji dewleta Tirkiyeyê re îspat bike ku PKK dê guh bide wî, talîmat ji wir hatin. Me li ser 200 Pêşmergeyên YNK ê şehîd kirin.

Ciwanên Kurd, ku di salên 1990 î de ji bo avakirina welatekî azad dest bi tekoşînê kirîn, niha ji aliyê Ocalanê ku dibêje “Ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim” ve dihên jinavbirin.

Di nameya xwe ya 27 ê Sibatê de, Ocalan ragihand, “Şerê piştî salên 1990 î nehewce bû.” Wê demê çima di salên 1990 î de ewqas gund hatin şewitandin, çima bi milyona Kurd mecbûr man koçber bibin, çima di wê demê de 40,000 hezar ciwanên Kurd jîyana xwe ji dest da?

Çima Ocalan di 1 ê Hezîrana 2004 an de şer ji nû ve da destpêkirin? Ji wê demê ve, 20,000 ciwanên Kurd ketin gorê. Çima, çimaaa?

Çima Ocalan di sala 2013 an de derket û got, “Rêveberiyek xweser dikare xweserîya herêmî ragehîne, û 50,000 Kurd dikarin di rojekê de bimirin,” û ew 11 bajarên Kurdan û nêzîkî sê hezar gerîla avêtin nav xendekan û ew bi destê dewleta Tirk dan kuştin?

Xwîna 50,000 hezar cenazeyan li ser destê Ocalan e.

PKK ê di 41 salên şer de tiştek berbiçav bi dest nexistiye. Îdîaya ku “Me nasnameya Kurd da qebûl kirin” derew e. Berî ku em navê PKK ê bibihîzin jî em Kurd bûn. Kurdbûna me wê demê ti eleqeya wê bi Ocalan re tune bû, û niha jî tune ye.

Ocalan çi mebestekî Kurd û Kurdistanê nîne. Wî bi hezaran ciwanên Kurd tenê ji bo têrkirina egoya xwe rêkirin ser mirinê. Rêberên PKK ê yên wekî Cemîl Bayik, Murad Qarayilan, Duran Kalkan, Mistefa Qarasû û Elî Heydar Qaytan jî vê çerxa dijî-kurdan dizivirînin.

Ez bi dil û can daxwaz dikim ku çek bên danîn. Ciwanên Kurd êdî nemirin. Ez ji Ocalan û alîgirên wî re heqê xwe helal nakim. Bila xwîna 50 hezar ciwanên Kurd jî helal nebe.