Siyaseta hevbeş a PKK û dewleta Tirk: Dixwazin Evdila Ocalan bi Mehmed Ocalan pak bikin…

Siyaseta hevbeş a PKK û dewleta Tirk: Dixwazin Evdila Ocalan bi Mehmed Ocalan pak bikin…

Vîdyoyeka birayê Evdila Ocalan, Mehmed Ocalan, li ser medyaya PKK ê ya li Ewropayê hate weşandin. Di weşanê de, Mehmed Ocalan behsa hevdîtina xwe ya dawî ya malbatê bi Ocalan re dike. Hat îdiakirin ku Ocalan gotiye, “Yên li Rojava nikarin çekên xwe deynin.”

Di 7 ê Tîrmehê de, Evdila Ocalan bi malbata xwe re civiya. Ocalan, serokê PKK ê ku hatiye fesihkirin, bi birayê xwe Mehmed Ocalan re civiya. Di 12 ê Tîrmehê de, li gundê wan Amara, Mehmed Ocalan naveroka civînê ji komek endamên medyaya PKK ê re, ku komek siyasetmedar jî di nav de bûn, rave kir. Li gorî daxuyaniya Mehmed Ocalan, Evdila Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Me erkê xwe kiriye; tiştek din tune ku em bikin. Kurdên li Rojava qet nikarin çekên xwe deynin. QSD dikare Komara Demokratîk a Sûriyeyê li Tebqayê îlan bike.” Têbînîyên Mehmed Ocalan ên li ser daxuyaniya serokê PKK ê di nav Kurdan de bûn sedema nîqaşeke girîng. Kurdan şîrove kirin, “Ger Ocalan bi vî rengî difikire, çima wî ev yek rasterast di vîdyoya û name ku nivîsandiye de negot?” Ev şîroveya giştî pir rast bû. Lê ji vê wêdetir tişt heye. Dewleta Tirk û medyaya PKK ê bi hev re operasyoneke têgihîştinê li dijî Kurdan dimeşînin. Armanc ewe ku Ocalan bêguneh û pak nîşandin.

Evdila Ocalan niha karteke ku li dijî çar parçeyên Kurdistanê tê bikar anîn.

Daxuyaniyên Evdila Ocalan ji Sibatê ve di nav Kurdan de bûne sedema dubendiyên girîng ên manewî. Bi taybetî, derdorên ku 40 sal in di astên cûda de dilsozî bi PKK ê re hebûn, ji ber daxuyaniyên Ocalan pir diltang bûne. Kurd niha piştgirî didin danîna çekan û dibêjin, “Ocalan teslîm bûye, rêyek din tune, bi kêmanî divê ciwan nemirin,” lê ew di têgihîştina xwe ya li ser Ocalan bi xwe de şikestinek kûr dijîn.

Şikestina bandora manewî ya Ocalan li ser Kurdan hem ji bo PKK ê û hem jî ji bo dewleta Tirkiyeyê fişarek mezin e. Ji ber ku Ocalan kartek stratejîk e di destê dewleta Tirkiyeyê de ku li dijî Kurdan tê bikar anîn. Dewletê karta Ocalan di navbera salên 1970 û 1990an de li dijî gelê Bakurê Kurdistanê bikar anî.

Di salên 1990 û 2010 an de, bikaranîna karta Ocalan berfireh bû û ew li dijî Bakur û hem jî Başûrê Kurdistanê hate bikar anîn.

Ji sala 2010an heta 2025an, karta Ocalan di destê dewleta Tirk de roleke girîngtir lîst, û vê carê, karta ku li dijî Başûr û Bakur hat bikaranîn, li dijî Rojava dihêt bikaranîn. Îro Rojava li vê lîsteyê hatiye zêdekirin. Ango, dewleta Tirk karta Ocalan ne tenê di nav sînorên xwe de, lê di heman demê de li dijî Kurdên li her çar aliyên cîhanê jî bi kar tîne.

Xebata PR ji bo Evdila Ocalan

Di sala 1999an de, Ocalan ragihand û got “Ez taşeron im. Min bikar bînin û ez ê hemû Kurdan bixim xizmeta dewleta Tirk de.” Û niha, dem dema cîbecîkirina vê erkê ye. Di rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn de, Ocalan ji bo bicihanîna van sozan derxistine ser dîkê. Di sala 1999an de, Ocalan li Îmraliyê ji efserê Tirk Hesen Atilla Ugûr re gotibû “Niha, dema ku ez van gavan bavêjim, hin dê ji min re bibêjin xayîn. Divê hûn pêşî li vê bigirin.” Dewlet niha vê  ji bo Ocalan dike. Ocalan çarçoveya siyasî ya ku ew bikar tîne çalak kiriye da ku piştrast bike ku dewleta Tirk ji kaosa Rojhilata Navîn bi serfirazî derbikeve. Kurd bi destê Ocalan “ji bo xeyalên peymana Mîsaqa Millî û Osmanîya Nû” tên bikar anîn. Û ji bo ku ev Apo serkeftî be, divê ew îhtîbarê xwe berze neke.

Hem PKK û hem jî dewleta Tirk ji bo parastina îhtîbarê Ocalan gav avêtine. Xebatek PR (Publîc Relation) ya tevahî ji bo Ocalan dimeşe. Gotinên erênî yên berê yên Ocalan li ser Kurdan kirî, ji aliyê medyaya PKK ê ve rojane tên weşandin. Bi vî awayî ew hewl didin ku gotinên Ocalan yên bêrêz (Kurd gilêşin-zibilin) dinava civaka Kurd bidin jibîrkirin.

Di notên hevdînê yên 27 ê Nîsanê de, Ocalan hêzên Rojava wekî “Heşdî Şabî ya Îsraîlê” pênasekir. Niha, ew hewl didin ku gotinên Ocalan bên ji bîr kirin, û îdia dikin ku “Ocalan gotiye ku Rojava divê çekên xwe ne deyne.”

Û tiştê balkêş ev e ku Mehemd Ocalan ev daxuyanî di bin cavdêrî ya de dewleta Tirk ve tê dibêşe. Û rayedarên dewletê li dijî gotinên Ocalan nerazîbûna xwe dîyar nakin. Ji ber ku dewlet dixwaze ku Kurd baweriya xwe bi Ocalan bînin û hîn jî jê re bibêjin “Serok Apo”.

Kurdên di bin bandora PKK ê de li ser medyaya civakî daxuyaniyên Mehmed Ocalan parve dikin û hewl didin ku Ocalan îhtîbar bikin. Di rastiyê de, ew hewl didin ku Ocalan pak bikin ji ber ku ew naxwazin wî mirovê ku bi salan bawerîya xwe pê anîne wekî “xayîn” bi nav bikin, ji ber vê yekê ew hewl didin ku wî pîrûpak bikin.

Ev xebetek PR ê ye. Bi vê projê dixwazin hêdî hêdî Kurdan jehrî bike.

Lê di dawiyê de, rastî xwedî adetekî ne ku rojekî ku derkeve hole heye. Erka Ocalan wekî kartek di destên dewleta Tirk de, û mîsyona wî, niha derketiye holê.