Bûbê Eser
Enfalê cara ewil li devera Barzan û ji Barzaniyan roja 31.07.1983an destpê kir.Piştî wê di heft qonaxanda bi kuştin û binaxkirina 182.000 kurdan ku 8000 zilamên Barzaniyan bû, dawî lê anîn.
Li gor min; Enfal beşek ango perçeyek ji Jenosîdê ye. Çima? Ji ber ku Jenosîd qirkirina gelekî, wêrankirina miletî ye. Lê anfal çiye? Ew jî tunekirina Gelê Kurd, rakirin ango kuştin û binaxkirina wî bi xwe û teybetî ya Barzaniyan bû.
Ma ev ne jenosîde lê çiye?
Divê Kurd rojên xwe yên qirkirin û wêraniya hatiye serê wan ji bîr nekin. Ev wêranî û qirkirin li herçar perçên Kurdistanê bê westan domandiye û niha jî ji bilî başûrê Kurdistanê li perçên din domdar e.
Heta ku Kurd nebin xwedî dewleteke xwe ya serbixwe, wê komkûjî, wêranî û jenosîdkirina kurdan her berdewam be. Ji bona pêşîlêgirtina vê jî, divê hemî kurd ji başûrê Kurdistanê re bibin alîkar da ku wir bighêje serxwebûna xwe. Bi gotina serok Barzanî: ”Gundekî azadkirî û serbixwe ji welatekî dagirkirî baştir e.”
Ji bona êdî kurd nebin qurbana Lozaneke nû, ji bona nedîtina karesatên weke Serîhildana Agirî, Koşgirî, Zîlan û tevgera Şêx Seîdê nemir, Helebçe, Enfal, Qatliam û wêraniyên nû, divê kurd bibin dewlet. Ev şansa kurdan jî niha tenha li başûrê Kurdistanê heye. Loma li ser her kurdekî ji welatê xwe hez dike ferze ku alîkarî û piştgiriya başûrê Kurdistanê bikin.
Divê miletê kurd vê ji bîr nekin ku heta em nebin dewlet, em ê ne xwediyê xwe û tu tiştekî bin. Ji ber ku dewlet xwedîtiyê li miletê xwe, li gelê xwe û li kesayetiyên xwe dike. Divê kurd bizanibin ku bê dewletê mirin e. Komkujiye, Enfal û Helebçeye…
Zêdeyî sed salan e ku peymana Lozanê pêk hatibû. Lê hê jî kurd li ser nigên xwe ne. Bi peymaneke weke Lozana dudan êdî kurd namînin. Ji bona kurd weke kurd li ser axa xwe û weke kurd bimînin divê bibin dewlet.
Niha dewletbûna kurdan bi saya berxwedan û tevgera Barzaniyan ya zêdeyî sed salan, li ber deriyê her maleke Kurd e. Ji bona ku ew şans, ew hebûn û hêjayî ji ber deriyê me nere, divê em deriyên xwe vekin û wê hembêz bikin.
Divê hemî kurd di van rojên tarî û teng de ji serok Mesûd Barzanî re bibin palpişt da ku ew jî bikaribe karê serxwebûna Kurdistanê bi dewletên mezin re guftogo ango munaqeşe bike. Serok bi rengê xwe, bi dengê xwe, bi wêrekî, fikir û ramanên xwe dikare serokatiya miletê xwe bike. Ew îro ji bona me hemî kurdan serok Barzanî ye…