600 Pêşmergeyên ku ji bo pêşîgirtina li qirkirina Kurdên Êzidî canê xwe feda kirin û şehîdê yekem, Emîd Bijar Xelîl Berwarî

Bijar-Berwari-Sengal-Sehidi--Info

Ev 11 sal di ser qirkirina Êzidiyan li Şengalê re derbas bûn, ku di şeva 3ê Tebaxê de dest pê kiri bû. Ji wê demê ve, hîn jî Êzidîyan nekarîne vegerin Şengalê. Pirsgirêka Şengalê ne tenê bi DAIŞê re bû. Şengal bû qurbanê projeya Hîlala Şîe ya Îranê û plana wê ya parçekirina Rojava û Başûrê Kurdistanê. Ji bo ku ev eniya dijî-Kurdistanê ser bike ve, pêwîst bû ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge nemînin Şengalê de û Şengal ji Kurdistanê were veqetandin.

Eniya dijî-Kurd, bi taybetî li Îran û Iraqê, plan çêkirin da ku projeyên xwe bi tevlêkirina hin tevgerên Kurdî pêk bînin. Ev plan di 3 ê Tebaxê de dest pê nekir.

Piştî ku DAIŞ gihîşt nêzîkî Bexdayê, wekî beşek ji vê plana herêmî, ji nişka ve paşve zivirîn û çûna ber bi Bexda betal kir û dest bi êrîşî Herêma Kurdistanê kir. Yek ji hedefên yekem ên vê êrîşê Şengal bû. Hemû deverên Kurdî yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de nakok, wek Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Xaneqîn, rastî êrîşên DAIŞê hatin. Van êrîşan derfet ji bo artêşa Iraqê, Heşdî Şebî û Pasdarên Şoreşa Îranê afirandin ku dagirkirina xwe ya van deveran rewa bikin. Yek ji şêweyên rewakirinê bicihkirina hêzên leşkerî yên girêdayî PKKê bo herêmê bû. Armanca vê nêzîkatiyê dûrxistina nerazîbûna raya giştî bû bi îdiaya “Ev hêzên Kurdî ne”. PKKe wek hêzek Kurdî ket herêmê û dû re hewl da ku van deveran ji Herêma Kurdistanê veqetîne. Rêberên PKKê, bi serokatiya Hevseroka KCKê Besê Hozat, dest bi parêzvaniya berfireh a tevlîkirina Şengal bo ser Iraqê kirin. Aliyê herî girîng ê vê “siyaseta dorpêçkirina Herêma Kurdistanê” ku ji Şengal derket holê, bi rêya medyayê hate meşandin. PKKê dixwest Herêma Kurdistanê wek berpirsiyarê hemû êş û azarên li Şengal, ku bi fermî di bin parastina artêşa Iraqê de bû, nîşan bidin. Endamên PKKê yên wek Berfîn Hezil hin wêne manîpule kirin da ku wê hestê biafirînin ku Pêşmerge ji Şengal reviyane. Lêbelê, ev ne wisa bû. Bi tevahî, hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de 2 hezar şehîd û 1000 birîndar dan. Ji van 600 Pêşmergeyan jî ji bo vekirina rêya Şingalê şehîd ketin.

Dijminatiya li dijî Pêşmergeyan ku medyaya PKKê ji wê rojê heta niha hewl dida bi rêya Şingalê biçîne, di rastiyê de dijminatiya li dijî Kurdan bû. Wan xwest tovê neyartî di nav Kurdan de biçînin.

Rastî ev bû: Hêzên Pêşmerge dixwestin êrîşa DAIŞ ê ya li ser Kurdistanê asteng bikin û rêyek ji Zumarê vekin da ku dorpêça li ser Şingalê bişkînin, û pevçûnên dijwar bi DAIŞê re dest pê kirin.

Yekem hêza ku dorpêça li ser Şingalê şikandî, yekîneya ku ji hêla Emîd Bijar Xelîl Berwarî (Betkarî) ve dihat fermandekirin bû.

Bijar Berwarî kî ye?

Bijar Berwarî, ku di sala 1969 an de li gundê Betkarê yê ser bi Berwarî Bala ji malbateke welatperwer ji dayik bû. Malbata Şehîdî ji salên 1940 î ve beşdarî di têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Barzaniyan de kiri bû. Bijar di temenê xwe yê ciwan de beşdarî nava licneyên tanzîmî ên herêmî yên PDK bû. Di sala 1991 an de bi awayekî çalak tevlî Raperîna azadkirina Başûrê Kurdistanê bû.

Perwerdehiya xwe ya Pêşmergeyan di sala 1992 an de temam kir û wekî fermandar dest bi xizmeta xwe kir. Di dema wezîfeya xwe de, beşdarî operasyonên mezin û girîng bû.,

Di sala 2014 an de, ji bo şikandina dorpêça li ser Şingalê, ew li mîhwerê Zumarê hate erkdarkirin û bi hêza ku wî fermandariya wê dikir re çû hewarê. Di çalakiya destpêkê ya şikandina çeperên DAIŞê de li eniyên pêş bi qehremanî şer kir. Li nêzî Zumar, di şerê bi DAIŞê re, digel hevsengerên xwe, Sefer Sukirkî (Berwarî) û Loqman Koramarkî (Dostkî) şehîd bû.

Navên 118 Şehîdên Ku Ji Bo Rizgarkirina Kurdên Êzidî li Şingalê…

Komek ji xortên Başûrê Kurdistanê di ber helwesta dijminane ya PKKê navên 118 Pêşmergeyên ku şehîd bûyî eşkere kirin. Hûn dikarin nav, dîrokên jidayikbûnê û cihên şehîdbûna van canemergan li jêr bibînin.

1-Ehmed Bozan Îbrahîm- 24/3/1993, 11/12/2015 Li Şengalê şehîd bû.

2- Ehmed Zorab Soltan -1987, 26/9/2015 li Şengalê şehîd bû.

3- Ehmed Mihemed Îbrahîm, 1/1/1993, 18/8/2015 li Şengalê şehîd bû.

4- Idrîs Abdullah Şemsedîn, 1/7/1966, di 25/4/2017 de li Şengalê şehîd bû.

5- Êdî Bedel Xelef, 1/1/1970, di 20/10/2014 li Şengalê şehîd bû.

6- Erkan Ehmed Yûnis, 1/1/1980, 18/2/2016 li Herdan-Şengal.

7- Azad Îsmaîl Xudêda 22/1/1989 12/12/2014 li gundê Koço şehîd ket.

8- Îsmaîl Bolo Îbrahîm, 1/1/1968, 21/12/2014 li Şengalê şehîd bû.

9- Îsmaîl Seîd Bapîr di 25/4/2017 de li Şengalê şehîd bû.

10- Ekrem Îsmaîl Şerîf, 3/10/1987, di 11/7/2015 li Şengalê şehîd bû.

11- Emkiyan Mistefa Badînî Badînî, 15/6/1995, 2/8/2014 li Şengalê şehîd bû.

12- Ekrem Qasim Ezîz, 15/1/1968, di 2/8/2014 li Şengalê şehîd bû.

13- Emîn Yequb Elî, 1/1/1994, 7/5/2014 li Şengalê şehîd bû.

14- Înzar Hisên Zibêr, 1/1/1989, 2/3/2015 li Şengalê şehîd bû.

15- Eyaz Emîn Xudêda, Rêkefta 1/1/1993, 8/3/2014 li gundê Koço şehîd ket.

16- Basil Hacî Hacî di 10.08.1994 1/7/2015 li gundê Sinûnê şehîd ket.

17- Behcet Mihemed Seîd, 1/1/1983, 25/4/2015 li çiyayê Şengalê şehîd bû.

18- Behzad Mihemed Ebas, 1/7/1969, 2/3/2015 li Şengalê şehîd bû.

19- Tewfîq Luqman Musa Hiseyn, 1988, 3/8/2014 li Şengalê şehîd bû.

20- Cuzel Nasir Salih, 1982, 3/8/2014, li Şengalê şehîd bû.

21- Hecî Xorto Xelîl, 5/6/1995, di 23/10/2014 li çiyayê Şengalê şehîd ket.

22- Herbî Elî Yusuf, 17/1/1981, 8/8/2014 li Şengalê şehîd bû.

23- Hesen Hacu Murad di 23.05.1995 û 13.11.2015 li gundê Sulax şehîd bû.

24- Hemdî Emîn Xudeda di 01.01.1991 û 03.08.2014 li gundê Koço şehîd bû.

25- Hemîd Şeref Bedir di 1’ê Çileya 1983’an û 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê şehîd bû.

26- Hewas Hîsu Kitu di 1’ê Çileya 1972’an û 20’ê Çileya 2014’an de li Şengalê şehîd bû.

27- Xidir Reşo Sefok, sala 1974’an, di 17/12/2015’an de li gundê Cedal şehîd ket.

28- Xidir Xudêda Elî, 1/1/1975, 23/10/2014 Li Çiyayê şehîd ket. Şengal

29- Xedîde Berekat Xedîde, 21/1/1992, 9/11/2014 li Şengalê şehîd bû.

30- Xizir Ilyas Xizir, 1/1/1975, di 13/11/2015 de li Şengalê şehîd bû.

31- Xizir Qiro Silêman, 1/1/1968, 20/3/2016 li Şengalê şehîd bû.

32- Xelat Hecî Nemir, 1/6/1990, 3/8/2014 li Şengalê şehîd bû.

33- Xelef Silêman Şivan, 1/1/1964, li gundê Sinune di 23/3/2015 de şehîd ket.

34- Xelef Elî Etu, 1/1/1992, 2/12/2015 li Şengalê şehîd bû.

35- Xelef Firsan Kurmis, 1/10/1976, 13/11/2015 li Şengalê şehîd bû.

36- Xeyrî Murad Xidir, 7/1/1955, 23/10/2014 li Şengalê şehîd bû.

37- Dawud Silêman Hesen, 1/4/1992, 2/3/2015 li Şengalê şehîd bû.

38- Dawûd Qasim Xelef, 1/1/1984, di 13/11/2015 li Şengalê şehîd bû.

39- Deham Kebîr Xizir, 1/1/1978, 2/10/2015 li Şengalê şehîd bû.

40- Deham Dexîl Omer, 1/4/1994, 4/3/2015 li Şengalê şehîd bû.

41- Adîn Mistefa Ebdulla, 4/10/1970, di 21/12/2014 de li Şengalê şehîd bû.

42- Reşîd Mîkaîl Fetah, 1/3/1976, 1/6/2016 li Şengalê şehîd bû.

43- Refet Ferhan Têlo, 1/1/1975, di 21/12/2014 li Şengalê şehîd bû.

44- Remezan Enwer Mihemed, 30/7/1984, 16/11/2015, li Şengalê şehîd bû.

45- Rêzan Elî Mihemed 15/6/2014 li gundê Sinune şehîd ket

46- Zeyd Silêman Silo, 1/1/1996, di 12/7/2015 li gundê Cidarê şehîd ket.

47- Ziyad Mehlo Seydo di 18/4/2015 li Şengalê şehîd bû.

48- Salim Silêman Yûsif, 1/1/1985, di 14/9/2015 de li Şengalê şehîd bû.

49- Samî Îsmaîl Serhan, 1/12/1992, di 13/11/2015 li Şengalê şehîd bû.

50- Serdar Yasîn Mistefa, 12’ê Îlona 1988’an, di 7’ê Gulana 2015’an de li Şengalê jiyana xwe ji dest da.

51- Sedu Mişko Omer, 1’ê Çileya 1968’an, di 6’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê jiyana xwe ji dest da.

52- Selam Hecî Ilyas, 6ê Sibata 1991ê, di 27ê Sibata 2015an de, li Şengalê jiyana xwe ji dest da.

53- Silêman Dîno Xidir, 1/1/1989, di roja 22/12/2014 li kampa Kebertû şehîd bû.

54- Silêman Bazirgan Mûsa, 30/3/1984, 13/2/2015 Li Sinûnê şehîd bû.

55- Suham Kerîm Xizir, 1/1/1977, di 21/12/2014 de li Şengalê şehîd bû.

56- Şehwan Fazil Hiseyn, 1982, 16/11/2015, li Şengalê şehîd bû.

57- Şêrzad Mihemed Mesûm, 1/1/1996, 14/11/2015 li Şengalê şehîd bû.

58- Sebah Hesen Bîso, 1/1/1990, 4/3/2015 li Şengalê şehîd bû.

59- Selah Xelîl Bîro, 1/1/1974, 16/2/2015 li Şengalê şehîd bû.

60- Selah Mîrza Hesen, 1/1/1988, 4/3/2015, li Şengalê şehîd bû.

61- Telal Îlyas Îlyas, 1991, 30/8/2018, li gundê Solaxê şehîd bû.

62- Amir Xidir Cidan, 1/1/1992, 3/8/2014, li gundê Koço şehîd ket.

63- Abdullah Mihemed Yûsif, 1/1/1931, 31/5/2016, li Şengalê şehîd bû.

64- Ebdulmenaf Taha Omer, 2/12/1958, 2/10/2016, li Şengalê şehîd bû.

65- Ebdî Qasim Hecî, 1/7/1954, di 21/12/2014 li Şengalê şehîd bû.

66- Ezet Bapîr Îbrahîm, 8/8/1993, 2/3/2015 Li Şengalê şehîd bû.

67- Îsmet Mihemed Axa, 1/1/1985, di 11/7/2015 li Şengalê şehîd bû.

68- Elî Ehmed Osman, 1/7/1978, di 30/12/2014 li Şengalê şehîd bû.

69- Elî Cemîl Xelef, 1994, 29/1/2015, li Şengalê şehîd bû.

70- Îsa Ebdulxaliq Ebdulrehman, 20/3/1975, 22/8/2015 li Şengalê şehîd bû.

71- Faroq Mîşo Emo, 1/1/1982, 15/8/2014 li gundê Koço şehîd bû.

72- Ferhan Elî Xelef, 1/1/1988, 6/2/2015 li Şengalê şehîd bû.

73- Ferhad Ezedîn Faris, 4/4/1991, 28/10/2014 li Şengalê şehîd bû.

74- Feysel Hecî Reşo, 3/6/1987, 13/11/2015 li Şengalê şehîd bû.

75- Feysel Hesen Etiye Hemîd, 1/1/1960, 26/11/2015, li Şengalê şehîd bû.

76- Kemal Ilyas Nemir, 1/6/1995, 13/11/2015, li Şengalê şehîd bû.

77- Luqman Abdullah Hecî, 1/1/1981, 11/12/2015, li Şengalê şehîd bû.

78- Mahir Teyro Kirî, 1/1/1988, 2/3/2015, li Şengalê şehîd bû.

79- Mecdil Hezret Reşo, 1/1/1987, 1/2/2017, li Şengalê şehîd bû.

80- Mihsin Hemîd Îbrahîm Derwêş, 11/6/1990, 11/12/2015 li Şengalê şehîd bû.

81- Mihsin Mirad Mehmûd, 1/1/1991, di 13/6/2015 li Şengalê şehîd bû.

82- Mihemedemîn Mîrza Bekirxan, 1/1/1977, 25/12/2014, li Şengalê şehîd bû.

83- Murad Qiro Ciyan, 15/12/1991, 21/10/2014 de li çiyayê Şengalê şehîd bûye.

84- Merwan Mistefa Tahir, 1/1/1982, di 11/12/2015 de li Şengalê şehîd bû.

85- Merwan Hecî Avdel, 23/5/1995, li gundê Xazoka roja 27/1/2015 şehîd bû.

86- Mesûd Abdullah Elî, 1/1/1971, di 24/12/2014 de li Şengalê şehîd bû.

87- Mistefa Resûl Hemo, 1/7/1957, di 25/4/2017 de li Şengalê şehîd bû.

88- Mistefa Îsmaîl Îbrahîm, 1/1/1986, 12/2/2015 li Şengalê şehîd bû.

89- Memyal Mûsa Yûnis 20/11/1980 30/9/2014 li gundê Mehmûdiyê şehîd ket.

90- Mîro Qember Kerîm, 1/1/1976, /9/2015 li Şengalê şehîd bû.

91- Mêhvan Şeban Hesen, 4/11/1980, di 1/7/2015 li Şengalê şehîd bû.

92- Namiq Ezedîn Faris, 25/12/1986, 2/8/2014 li Şengalê şehîd bû.

93- Nebîl Hemîd Salih, 15/1/1993, di 2/3/2015 li Şengalê şehîd bû.

94- Newroz Ebdulmecîd Mihemed, 21/5/1995, 1/7/2015, li Şengalê şehîd bû.

95- Hadî Xelef Cirdo, 1982, 9/6/2015 li Şengalê şehîd bû.

96- Haşim Elî Sadiq, 1/1/1974, 8/5/2016 li Şengalê şehîd bû.

97- Welî Neman Tahir, 1/1/1980, di 14/9/2015 li Şengalê şehîd bû.

98- Weysî Ebdullah Sed, 1/7/1955, di 1/10/2015 li Şengalê şehîd bû.

99- Yasîn Mahîr Qadir, 1/1/1986, 10/5/2016, li Şengalê şehîd bû.

100- Yusuf Berekat Xelef, 1/1/1994, 13/6/2015, li Şengalê şehîd bû.

101- Sebah Hisên Ilyas, 1989, 3/8/2014, li Şengalê şehîd bû.

102- Şêrzad Ilyas Efer, 1/2/1974, 3/8/2014, li Şengalê şehîd bû.

103- Xelat Hecî Nemir, 1990, 3/8/2014, li Şengalê şehîd ket.

104- Nûrî Hiseyn Ebuş Bîco, 1964, 24/11/2015 li Şengalê şehîd bû.

105- Hadî Mehdî Ilyas Soltan, 1989, 3/8/2014 li çiyayê Şengalê şehîd bûye.

106- Erşed Zêro Hemo, 1/6/1979, 17/12/2014 û herwiha şehîd Zûmar bûye.

107- Bapîr Seyfedîn Bapîr Mihemedemîn 17/1/1980 17/12/2014 li Zumarê şehîd ket.

108- Hesen Xelef Kemo, 15/4/1962, li Zumar 17/12/2014 şehîd ket.

109- Salih Ehmed Avdel 17/12/2014 li Karîzê şehîd ket

110- Tahir Hecî Derbas, 1952, 17/12/2014 li Zûmar şehîd ket.

111- Felah Hesen Yûsif 17/12/2014 li Zumar şehîd ket.

112- Vehêl Fuad Elî, 1/1/1989, 17/12/2014 li Zumar şehîd ket.

113- Mesûd Idrîs Osman, 1/1/1985, 17/12/2014 li Zumar şehîd bû.

114- Hewar Mihemedtahir Îbrahîm, 1979, 17/12/2014 Li Zumarê şehîd bû.

115- Welîd Xalid Ilyas, 12/6/1995, 19/11/2015 li Solaxe şehîd ket.

116- Raid Ebdulselam Yûsif li Şengalê şehîd bû.

117- Mihemed Mihemed Sedîq Ehmed 13/12/2014 li Zumarê şehîd bû.

118- Di roja 21.12.2014an de li Şengalê şehîd ket.