Îraqê embargo xistiye ser Mexmûrê lê PKKe PDKê tawanbar dike..

ئیراقێ دۆرپێچ خستیە سەر مەخموورێ لێ پەکەکە پەدەکێ تاوانبار دکە..

Kampa Mexmûr, ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê lê ne, careke din di medyaya PKKê de ketîye rojevê. Li gorî nûçeyên di medyaya PKKê de, dewleta Îraqê curek dorpêçê li ser kampê pêkanîye û dema xelkê Mexmûrê dixwaze pêwîstiyên bînasaziyê yên weke Çîmento, bilok… hwd derbasî nava kampê bike divê leşkerekî Îraqê bi wan re be.

Weke karê xweyê hertim PKKe her dema basî deleteke dagirker a Kurdistanê dike navê PDKê jî dide pal wê dewletê û dixwaze bi vî awa PDKê reş bike, her dema PKKê ev yek pêk anîbe jî, bê guman li pişt perdeyê rastiyek heye ku PKKe dixwaze bi reşkirina PDKê wê rastiyê veşêre û derew û îxaneta xwe pê binuxmîne.

Herî dawî Roj News du nûçe derbarê kampa Mexmûre di bin sernavên “Ambargoya ser Mexmûrê ketiye qonaxek metirsîdar: 1 Torbe çimento, 1 leşker!” û “Iraq carek din dixwaze derdora wargeha Mexmûrê bi têlan bigire” weşandin û di her du nûçeyan de jî bi qasî ku êrîşî ser PDKê kirî ewqas navê dewleta dagirker a Îraqê neaniye û êrîşî ser wê nekiriye.

Raste embargo li ser wargeha Mexmûrê heye, lê belê çima embargo li sere û kî sedem bû ku wargeha Mexmûrê bikeve rewşeke wiha?

Komîteya Karûbarên Derve ya PKK ê di sala 2024 an de bi yekîneya dewleta Iraqê re peymanek çêkir û diyar kir ku ew dixwazin kampê ji nû ve ava bikin, nexweşxaneyek û dibistanek avakin û 5 milyon Briket, ku hin ji wan bi şiklê alîkarîyan bûn, hesin, çîmento, makîneyên çîmentoyê û hwd anîn wargehê. Piştî salekê, dewleta Iraqê xwest serdana kampê bike da ku bibîne ka nexwşxane û medrese avakirine ka xebatê bînasazî çi merhelêda ye. Komîteya Karûbarên Derve ya PKK ê hewl da ku vê serdanê paşde bixe. Lêbelê, serdan di dawiyê de pêk hat û hate destnîşankirin ku di kampê de komplex civakî ya nû nehatiye çêkirin.

Ew amûrên têrî nîv bajarekê dikirin li hole nediyar bûn û çi bînasazî çênekiri bûn. Di encamê de, Iraqê xwest ku wî mawadî paşde wergire.

PKK ê hemû mawad di tunelên ku çêkiribûn de bi kar anîbû. Dewleta Iraqê niha peymana ku wan di demên berê de çêkiribû rawestandiye û diyar kiriye ku ev rewş li gorî peymanên hatine çêkirin nîne. Ango, rewşa Mexmûrê ne pirsgirêkek bi gel re ye, pirsgirêkek di navbera PKK û dewleta Iraqê de ye.

Tunelên ku ji hêla PKK ê ve hatine çêkirin ji bo xelkê Mexmûr bêmifaye. Gel jixwe dikare xwe biparêze. Ew tunel tenê ji bo pêdiviyên PKK ê hatine çêkirin. Her ji ber vê yekê hikûmeta Îraqê embargo xistiye ser wargeha Mexmûrê û rê nade mewadên bînasaziyê nade bi hêsanî derbasî nava wargehê bên kirin, yên ku wargeha Mexmûrê xistîn vê rewşê PKKe bi xwe ye, ne ti aliyek din.

Ya rast PKKe kesên di nava wargehê de ji xwe re weke mertalê zindî bikar tîne, PKKe ji sala 1994ê vir ve xelkê Mexmûrê li gorî ecîndaya xwe îstîsmar dike û ji boy berjewendiya xwe bikar tîne. Di sala 1995ê de, dema ku ev kese li kampa Etruşêya nêzî Duhokê bûn, PKKê dixwest vê wargehê li dijî pêşmerge weke sengerekî şerî bikar bîne. Û PKKê kamp veguherandin qada şerî û neçar man ku biçin li çolên Mexmûrê bi cih bibin. Li wir jî, PKKê wargeh wek baregeh bikar anî û xwest ji meşrûiyeta wargehê ya navneteweyî sûd werbigire.

Pirsgirêka wargeha Mexmûrê bi nûçeyên derew û siyaseta çewt a PKKê nayê çareserkirin, ev pirsgirêk dikarîbû bi destpêkirina vegera gundaniya di sala 2004ê de çareser bibûya û xelk dikarîbû vegerin gund û warên xwe. Lê PKKê ev yek qebûl nekir. 21 sal ji wê demê ve derbas bûn, xelk bi destpêşxeriya xwe çûn Tirkiyeyê, pasportên xweyên qanûnî wergirtin, ji bo gundên xwe tezmînat wergirtin û dîsa vegeriyan kampê. Wate, pirsgirêka kampa Mexmûr 20 salin ji aliyê PKKê ve tê paşve birin.

Ger PKKe bi rastî jî dixwaze ev pirsgirêk were çareserkirin, bi tenê bila xwe ji kampê vekişîne, ev pirsgirêk bi nûçeyên derew û tawanbarkirina PDKê nayê çareserkirin, êdî alîgirên PKKê bi xwe jî ev yek fêm kiriye.