18 sal di ser komkujiya Giruzer û Sîba Şêx Xidir re derbas dibin

Birînên-Giruzer-û-Sîba-Şêx-Xidir-info

Di 18’emîn salvegera komkujiya Giruzer û Sîba Şêx Xidir de, kesûkarên qurbaniyan daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku wan qerebû bike û tawanbarên êrişan eşkere û destgîr bike. Qurbaniyên ku ji komkujiyê rizgar bûne dibêjin, birînên wan hîn kûr in û heta niha jî gelek şehîd bêserûşûn in.

Îro 18 sal di ser teqînên komelgehên Giruzer û Sîba Şêx Xidir yên ser bi Şingalê re derbas dibin, ku di encamê de zêdetirî 300 welatiyên Kurdên Êzidî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Tevî derbasbûna van salan, kesûkarên qurbaniyan dibêjin ku ne hikûmeta Iraqê û ne jî civaka navdewletî weke pêwîst li wan xwedî derneketiye.

Roja 14ê Tebaxa 2007an, rêze teqînên xwekujî yên bi otomobîlên bombebarkirî li komelgehên Giruzer û Sîba Şêx Xidir yên Şingalê pêk hatin.

Ev êrişên ku rasterast welatiyên Êzidî kirin armanc, weke yek ji xwînavîtirîn kiryarên terorîstî yên piştî rûxandina rejîma Beis li Iraqê têne dîtin.

Êriş bi rêya çend kamyonên tijî madeyên teqemeniyê û TNT ku ji aliyê xwekujan ve dihatin ajotin, di saet 08:00ê sibehê de pêk hatin.

Amarên Qurbaniyan:

– Kuştî: Zêdetirî 314 welatî.

– Birîndar: Bi sedan kes.

– Wêranî: Nêzîkî 700 mal bi temamî hatin rûxandin û 1200 malên din ziyan dîtin.

– Windayî: Ji ber dijwariya teqînan nasnameya 41 qurbaniyan nehat zanîn û di goreke bikom de hatin veşartin.

– Zarokên Sêwî: Nêzîkî 400 zarok bê dê û bav man.

Her çend ti aliyekî rasterast berpirsiyariya êrişan negirt ser xwe, lê li gorî rayedarên ewlehiyê, tiliya tometê ber bi rêxistina Qaîde ya li Iraqê ve dihat dirêjkirin. Di 3ê Îlona 2007an de, artêşa Amerîkayê ragihand, wan kesê bi navê “Ebû Mihemed el-Efrî”, ku weke plansazê sereke yê teqînan dihat guman kirin, kuştiye.

Tevî van hemû karesatan jî, heta niha hikûmeta Iraqê di qerebûkirina malbatên qurbaniyan û dermankirina birîndaran de kêmasiyeke mezin nîşan daye.